Civak

Gul, li ser gora Ehmedê Xanê dia kir

Di dîroka Tirkiyê de, cara ewile ku serokomarek diçe serdana nivîskar, muteffekîr, dîrokzan û helbestvan Ehmedê Xanê. Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, hefta borî bi hevjîna xwe Hayrunnîsa Gul re çû serdana bajarê Agiriyê û Îdirê.

Gul, li agiriyê hilkişiya Koşkê Îshak Paşa û li wê derdorê hin serdan kirin. Bi gundî û xwendekaran re sûret kişandin û li Patnosî jî bi gelê wira re hate ba hev û sohbet kir. Di serdana serokomar Abdullah Gul de rawestgeha herî bi wate, gora nivîskar û helbestvanî nemir Ehmedê Xanî bû. Gul, li ser gora Ehmedê Xanê dia kir.

Gul aniye ziman ku, Ehmedê Xanê, bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Farisî berhemên bêhempa nivisandine. Ehmedê Xanî, di dema xwe de, her çiqas zimanê Erebî hîn zêde dihat xwendin û zanîn jî, wî bi zanebûn berhemên xwe bi Kurdî nivisandine û xwestiye ku Kurdî bike zimanekî nivisandin û xwendinê. Berhema Ehmedê Xanê a herî naskirî Mem û Zîn e. Ehmedê Xanê, di sedsala 17.de jiyaye.  

Back to top button