Civak

DezgehêXêrxaziya Barzanî li Wanê xaniya ava dike

Dezgehê xêrxaziya Barzanî, roja erdheja Wanê çêbûyî heta niha karek gelek pîroz dike û destê xwe yê biratiyê û arîkariyê dirêjê gelê Wanê dike. Piştî avakirina Gundê Barzanî li Wanê niha jî xwe amade dikin ku hinek xaniyan ji bo Waniyan ava bikin.

Di vê derbarê de cîgirê serokê Dezgehê Xêrxaziya Barzanî got: Gelê Kurdistana Başûr, hinek dezgehan û bi arîkariya Mesruru Barzanî heta niha ji bo Wanê 900 hezar dolar hatine berhevkirin. Me biryar da ye ku em 200 xaniyan ji bo birayên xwe yê Wanê ava bikin.

Herweha li Duhokê serokê arikariya qurbaniyên erheja Wanê, Mele Enes Ehmed jî da xuyakirin ku,heta niha 717 hezar dolaran dixwazin 160 xaniyan ava bikin.

Back to top button