Guhertina civatan û bayêbihara Ereban

Îro li rojhilata navîn demên dîrokî û mercên zêrîn didome. Li hinek welatên Ereban qeyranên civakî pêk hatin û hêjî bi bayek dijwar berdewam e. Ev pêlên qeyranê bi xwe re guhertinên dîrokî û aktorên nû dixe rojevê. Li gellek welat û di nav netewan de hêzên guhertinxwaz bi rê û rêbazên cûda, projeyên balkêş di derheqê çareserîyê de pêşkêş dikin. Ji ber alozî û gengeşîyên bi salan di bin zilma dîktatoran de, Jiyana wan, daxwaz û helwestên wan di bin bandora tirs û zilmê de rizîyaye û genî bûye.

Niha ba û bahozên li heremê didome pêlên hêvîyê xurt dike û gelên rojhilata navîn ji xewa salan şîyar dike. Dawîya guhertinan wê çawa be, ji niha ve mirov nizane. Lewra li rojhilata navîn guhertina civatan pirî caran ne bi awayekî sirûştî pêk tê. Şûna rêxistinên sivîl de aktörên milîtarîst serkêşîyê dikin. Êncama guhertinan jî pirî caran dibe dergûşa dîktatoran.

         Bayê bihara Ereban, di demek kin de bandora xwe li seranserê erdnîgarîya welatên Ereban nîşan da û di nav dewletên Ereban de pefçûn û gengeşî dest pê kirin.

         Di nav hinek civatan de bayê guhertinê bandora xwe zêde nîşan dide. Lê li hinek  welatan jî weke erdhejekê civatê serûbin dike û pirsgirêk û nakokîyên di bin palasê de hatibû weşartin radixe ber çawan. Pirsgirêka wan her diçe dibe pirsgirekek navnetewî û her diçe konên zordarîyê hildiweşin.

         Li welatê me jî ba û bahoz tu car kêm nebûye û xuyaye wê demek dûr û dirêj bidome. Lewra ji xencî xwînmij û dagirkeran her tim xulam, xwefiroşk  û keşmerên li gor daxwaz û berjewenîyên dagîrkeran helwest digirin û dixwazin qeyranên civakî li darxin. 

         Aktor û lîstîkvanên dewletên dagirker, ji bo rolên xwe yên cahşitî veşêrin dixwazin rewşa dewletên Ereban û rewşa başûrê Kurdîstanê wek hev nîşan bidin û ji xwe re hevalbendan peyda bikin.

         Em hemû dizanin ku îro li başûrê Kurdîstanê demokrasî û pir-dengî, pir-rengî hey e. Ji ber wê tolerans û bînfirehbûna civata Kurdîstanê ye ku hinek alîyên xêrnexwaz û hevalbendên xirabîyê dixwazin bi nîrx û destketîyên Kurdîstanê bileyizin. Lê bi rastî ew der û dor, him xwe him jî  xwedîyê xwe dixapînin.

         Gelê Kurd tu carî wê rê nede hevalbendên xirabîyê û fesadîyê. Ew her çiqas li dijî berjewendîyên Kurdîstanê helwest bigirin jî nikarin pêşî li lehîya netewî bigirin. Îro gelê Kurd di mînaka Başûrê Kurdîstanê de dît ku ew li ser axa xwe dikare xwe îdare bike û dikare mafê desthilatdarîyê bigire. Ev deh sal in jî bi pir-rengî û pir-dengî li Rojhilata Navîn ji bo hemû gelan, Kurdîstan  bûye warê demokrasî û aramîyê. Vê rastîyê, hemû dost û dijmînê gelê Kurd zanin û bi lêvdikin.

Em dibînin ku kesên xwedî mîsyon, ji bo civata Kurd bi tevizînin,weke bendava avê di hemû deman de pêşî li hewldanên çareserî û hêvîya dewletbûna Kurd digirin. Dibêjin ku dema “dewletbûna netewan” derbas bûye, ji bo Kurda dewlet pêwîst nîn e. Em li hemberê “dewletbûnê ne” Ji alîyekî din de jî parlementer û berpirsîyarên wan dibêjin ku “tu problemê me bi sînor û bi ala we re tune ye.” Bi gotinek zelal, ev biraderên hanê dibêjin; `em ne li hemberî al û sînorên dagirkeran e, em li dijî dewletbûn û azadbûna gelê Kurd in.` 

Mixabin, ev kesên hanê weke reqasên serê govendê pêşîyêa hêvîyê germ dikin û dûre bi bayê bêhêvîtîyê hêvîyan vedimirînin! Di hemû deman de bejna xwe dihêjînin, lê di dawîyê de her tiştî serûbin dikin û dixwazin pêşî li gera azadîyê bigirin.

Îro hemû dunya dizane ku gelê Kurd yên herî kevnar yê Rojhilata Navîn e, navê welatê wî Kurdistan e û ji alîyê çar dewletan ve hatîye perçekirin. Di hemû deman de, ji bo desthilatdarîya xwe serî netewandîye û ketîye nav tekoşînek pir dijwar. Gellek êş û elem dîtîye û hêjî dibîne.

Em hemû dizanin weke hemû gel û netewan, mafê kurdan heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bike; ew bi vîna (îradeya) xwe ya azad biryarê bide ku ew bi dewletekê re bimînin, yan dewleteka xwe ya serbixwe ava bike. Ev maf, mafekî suruştî ye û yê hemû netewan e!

Ewqas mafekî eşkere ye ku ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve, di gelek peymanên navneteweyî de, heta di destûrên gelek welatan de hatiye qebûlkirin. Niha mafê tu hêz û kesan tune ye ku li ser navê neteweyekê biryar bide.

Hêzbûn û xurtbûna demê tiştekî îzafî ye. Lê mafên netewî û gelemperî esasî ye. Bîryara mafên netewî di şert û mercên azad de, ji alî hemû endamên cıvata neteweyî, bi vînek azad û di atmosferek azad de tê girtin.

Armanca min, di vê nivîsê de ne munaqeşeya maf û dîroka gelê kurd e! Gelê Kurd îro bi demek dîrokî re rû bi rûye. Gelek firsend û mercên zêrîn ketîye deste gele Kurd û jê re hinek îmkanên çareserîyê radixe ber çawan.

Divê partî û rêxistinên Kurd, vê demê nekin qurbana berjewendîyên teng yê rêxistinî û şexsî. Divê li ser stratejîyek netewî, ji bo desthilatdarî û serxwebûna kurdîstanê ji nuh de sîyaseta xwe serast bikin. Li ser pergalên mafê netewî û bi zimanekî nûjen doza dewletbûn û azadîya xwe bikin.

 

Cano Amedî

(arsivakurdi.com)

   

 

Nerîna min :