Civak

Edhem Barzani ji dest karê xwe di nava PDKê de berda

Li gora Rudawê de hatiye ragihandin endamê Meclisa serokatiya Partiya Demokrata Kurtdistanê Ethem Barzanî dest ji karê xwe di nava PDKê de kişiyaye. Ethem Barzanî jî ev nûçe piştrast kiriye.

Ethem Barzanî li ser malpeera xwe ya Facebookê de destkişana xwe ya ji kar bi vî awayî daye ragihandin:“ Ji dema belavbûna vê nivîsê li ser malpeera min a Facebookê, ez hemwelatiyek sade yê vî welatîme.“

Wek din jî Ethem Barzanî dibêje: “Ti têkiliya min bi Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê re nemaye û min dest ji her berpirsyariyekê vekişandiye.Bi hevkariya Xwedayê mezin new dê her di xizmeta Kurd û Kurdistanê de be.
Herweha Barzanî li ser sedemên destkişandina karê xwe dibêje ku, ew niha tiştekî nabêje. Lê dem werê dê sedemên xwe eşkere bike.

Back to top button