Keça kurd bû seroka ciwanên Sosyaldemokratên cîhanê

Endama birêvebiriya ciwanên Sosyaldemokratên Swêdê (SSU) Evin Incir weke sekretera giştî ya federasyona ciwanên sosyaldemokrat ya cîhanê IUSY hate hilbijartin.

Kongreya Navnetewî ya ciwanên Sosyaldemokrat roja şemiyê li paytexta Denîmarka Kopenhage hate li dar xistin. Nêzîkê 100 rêxistinên ciwanên sosyaldemokrat endamên federasyonê ne.

Evin Incir ku ji bakurê Kurdistanê Diyarbekirê ye ji şeş saliya xwe ve li Swêdê dijî û xwendevana hiqûq e.(Zeyale)

Nêrînek

  1. Ew nûcêya ji bo Kurdistan'ê ran nûcêyeka cêqes base, êdî hamû Cîhan dizane kecekên Kurd jî serokatiyên komal û siyasete dikine, ew xebatên xwe bas berdewam bikin û tekîliyên xwen wê ciwanên basûre Kurdistan'ê ran jî bikin û xebatên xwe hîn jî bas bimesînin.

Nerîna min :