PolîtîkRojev

Gotubêj ligel eqliyeta serkirdayetiya PKKê bêsûd e

Şîrovekar û çavdêrê siyasî û şareza di peywendiyên navdewletî Aras Ebdulla ragihandiye yasayên navdewletî rê bi Herêma Kurdistanê dide PKKê ji xake xwe bi hêzê derbixe, çunke demeke dirêje ji aliye dîplomasîyê ve Herêma Kurdistanê daxwaza ji PKKê kiriye xaka Herêma Kurdistanê derkeve. Herwiha hewla dîplomasiyê ligel eqliyeta serkirdayetiya PKKê bêsûd e.

Îro roja şemiyê 22.05.2021ê pisporê peywendiyên navdewletî û şîrovekarê siyasî Aras Ebdulla got:”Demeke dirêj e serkirdayetiya kurd li Herêma Kurdistanê daxwaz ji PKKê dike ji xaka Herêma Kurdistanê êrîş neke ser welatên cîran û xebata xwe bibe Bakurê Kurdistanê, herweha daxwaz lê kiriye nebe hokar bo çolkirina gundên sînorî û destêwerdanê li Herêma Kurdistanê neket û bacê ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bi zorê nestîne û zarokan û nûciwanan çekdar neke, ev hemû babetên dîplomasiyê bûn û serkeftî nebûn û PKK berdewam bûye li ser karên xwe.’’

Herwiha Aras Ebdulla aşkere jî kiriye serkirdayetiya kurd bi taybetî Serok Mesûd Barzanî gelek kar kir ji bo proseya aştiyê li Tirkiyê serkeftî bibe û di çarçoveyê de PKK sûdmend be ji bo proseyê, lêbelê dîsan PKKê dest bi şer kir li Bakurê Kurdistanê û xendeq kolan li bajaran û şer koland û ji şer jî ti tiştek bi dest nexist. Derbarê wê jî de hewla dîplomasiyê ligel eqlîyeta serkirdayetiya PKKê dike serkeftî bibe, zahmet e guftugo û dîplomasî ligel PKKê were kirin. ‘’

Back to top button