Gotinên Pêşiyan

Gotinên bav û kalanên me tev hatine ceribandin û tev bi şîret in. Ku mirov li pey gotinên kalanên xwe here mirov tu car esl, ol û edetên xwe jibîr nake,  wê ji beleyan jî dûr be û qet ji rêya xwe jî şaş nake.

Ev gotinên pêşiyan tev li herêma Gundê Qerto (Gund girêdayê Çêrmûga Diyarbekirê ye) hatiye berhevkirin. Amedekar: Paşa Amedî

Aqil taca zêr e, li ser sere her kesî tune ye

Ar û barût li cem hev nabe

Ava sewûlê nû her tim sar e

Berê gul bû, baran barî şil bû

Berê xungê bi bira re, berê bira jî bi çiya re

Berxa çê li ber dê belî ye

Beza pisikê heta kadînê ye

Bi karkirê xwe bi şîrînê hevalan

Bi qisên xweş mal ji qula xwe dikşê

Bi tifinga xelkê mêrani nabe

Bi xweziya kesek ranehîştiye baxê keziya

Bira mirin hebe bira yextiyarî tunebe

Bizina kol elimiye dana

Bûk anî bi lez û bez, sivika malê her tim ez

Bûk li ser hespê ye, kesek pê nizane ku nasîbê kê ye

Bûka salekî qeşmerê malekî

Bûkekî têxin tunebûnê, Pîrekî têxin hebûnê

Cîzê bûkê bi bûkê re ye

Çav li deriya xwelî li seriya

Çavê dê û bavan li ewladan, yê ewladan jî li çiyayê Qaf

Çêlika mar bê axû nabe

Çi dibe bi hevalan re

Çi dike jin serê mêr bilind dike

Çile ye, gur file ye

Çûçik naçin mala temihan avê venaxwin

Çûye seferê lê hîna kerê berê ye

Danûgê bidin birçiyan, berfmotikê bidin tiyan

Dawiya sebrê selamet e

Dê û dotê pevçûnî, kêm aqilan bawer kir,

Dengê defê ji dûr xweş tê

Derdê qeraş, ew e ku av here aş

Destê xwarinê dirêj e

Di dema zaroktiyê de kurm dikeve çokê wan, ku zarok dibe ciwan kurm dikeve nava wan, ku mirov pîr dibe kurm dikeve zimanê wan

Di mecbûrtiyê de ji yarê dêya xwe re dibêjin ‘bavo’

Dinya bi dor e

Divê jin jintiya xwe, mêr mêrtiya xwe zanî be

Dîwarê rast nahilşê

Diwaro ji te re dibêjim, bûkê ji te ve davêjim

Du dawet du eydê li cem hev nabin

Dûr be, nûr be

Ev nîna ye hê têr nîna li para ye

Êvar e jina gavan bi kar e

Golik navê naxirekî xerab dike

Haya zikê têr ji zikê birçî tune

Heft jin qasê mêrek topal nabin

Helem qulem neke

Her giya li ser koka xwe şên dibe

Her kes xazî ye, bi xwe raziye

Heta bûk xemilî, berbî li der qefilî

Heya dewê xelkê hat nan qediya

Heya gotin gur û rovî, îşîn xwe bîrîn nîvî

Heya ku dilê xwesî nekeve zavê, xwesî keça xwe nade zavê

Hezar sal li dinê bî tu yê dîsa nîvanê qebrê bî

Him ji kerê bû him ji perê bû

Hindik rindik

Hinek malan şên dikin hinek jî malan xerab dikin.

Îşê xwe nehêle sibê

Îşekî gavekî qesaweta salekî

ji baranê reviya, çû ber zîpikê

Ji nexweşan re çûye zeweşan

Ji tifikê here pifikê

Ji xelqê re masî ji xwe re kosî digre

Jina xwe têr ke, diya xwe razîbike

Jinê bi qisên şîrîn û jinê pir rind herdu felaket in

Kalo nemre bihar tê, pîrê nemre pincar tê

Kar micewhera canê mirov e

Kar pir e lê em tune nin

Karên qîza bazingê destê wan e

Keça mêran bixwazin keça jinan nexwazin

Keçên jinbiyan nexwazin keçên mêran bixwazin

Ker û kurî li hev zûrî

Kerê xurt ço bi xwe nake

Kevirê havînê bavêje kulînê

Kezeba herî dilşewat kezeba kerê ye

Ku eceleyê gêle were, qenet pê ve tê

Ku ga dimre kêr pir dibin

Ku Xwedê bide wê mele çi bike

Ku zarok negrî dê şîr nadyê

Li bavoka yarê mêr bê jin dimînin

Li derve xelkê diteqînin, li malê hevudu diteqînin

Li ku êvar e ew jê re war e

Li mala bavê nexş û tevnan çê dike, li mala mêr tevan ji bîr dike

Mal tê, can nayê

Mala pîrê stara pîrê

Malê helal bê nîmet e

Mange mir dew biriya

Mêrikê du jina kûçikê ser rojingan

Mirov bi pirsê dere qursê

Mirovê ku bi nîşan dibe, êleka xwe darda dike

Mîrovê xerîb kor e

Ne deyndar be ne maldar be

Ne dîn e, dînan baqil dike

Ne ji mirovê xerab be, gur û mih bi hev re diçêre

Niha ji xwesî re dibêjin: “Bûk çawa ye?” Berê jî ji bûkan re digotin: “Xwesî çawa ye?”

Nimêja wext, padîşahê li ser text

Nîsan bê serî, gulan bê pirnar naçe

Nîsan e çilka baranê bi kêsane

Pêlên mêran weka behr e

Pênc deqe sebir bike pênc sala bijî

Piranî mêranî betal dike

Qerto zozan e, kesek pê nizane

Qisan mekin kevir bi goh in

Qise tê ser qisê

Qîsexweşan ker dan guran

Qiz radibe teşiya dê digre, law radibe misasê bavê digre

Reş e bi xwediya xweş e

Rêviyê geriyayî ji şêrê veketî çêtir e

Serê ku nayşê dipêçe

Serê salê binê salê, Xwedê kurikê bide vê malê

Sewîrî dewirî

Sewurî, dewurî

Şîva gerokan tune

Teyr ji refê xwe naqete

Tirî li tirî yê reş mêze dike reş dibe

Tu ji ku yî, ‘ez hîna nezewujime’

Xuyê jinê ku pere tune be tê fehm kirin, yê mêr jî ku pere pir be tê fehm kirin.

Xûyê pîrê heya serî

Xûyê şîrê heya pîrê

Xwedî kir bi nanê xwe, berda canê xwe

Xwedyê mangê çu mala xwediyê keran got: “Ka dew”

Ya xwarinê xal û xwarzî, yê piştê ap û birazî

Yê dawiya koçê bimîne nagîhîje koçê

Yê dewlemend ku tiştekî dikirê jê re: “Serxêrê be” ku yekî feqîr tiştekî dikire jê re dibêjin: “Te ji ku hanî?”

Yê ku ji êşiyê here wê bi reşiyê keve, yê ku ji reşiyê here wê bi xweşiyê keve.

Yê ku meyweyan dipejrîne tav e

Yên ku derdên wan tunebin bila herin du jina bikin

Zar di gûyê zer de, bûk di fûta zer de terbiye dibe

Ziman leqo serî teqo

Zimanê xwe bibire cihê xwe bikire

Zivistanê bê orxan, havînê bê dew nabe

Amedekar: Paşa Amedî

Nerîna min :