Konsera Delîl Dîlaner

Delîl Dîlanar, di kevneşopa dengbêjîyê de di navbêra raborî û pêşerojê de pireke mezin e, zaroktîya xwe li qonaxên dengbêjîyê yên  xalê xwe Husênê Muşî ku li herêma Serhadê denbêjekî bi nav û deng e, derbas kir.

Delîl Dîlanar ji efsaneya zindî ya muzîka kurdî Egîdê Cimo ku bi rêya radyoya Erîvanê di dîroka muzîka kurdî de gihiştiye asta her bilind û wekî meya kurdî tê zanîn, 2 sal dersên ensrumantê wergirt. Delîl Dîlanar hem jî alîyê enstrumanên ku bi kar tîne û hem jî bi hunera xwe ya dengbêjîya nûnerê herî baş yê kevnoşapa “hoste û şagirtîyê” ye.

Delîl Dîlanar strana klasîk ya dengbêjîyê “Dewreşê Evdî”  bi hostetîyeke nuwaze vegot û bi vê hunera xwe di dilê muzîkhezên muzîka kurdî de cihekî taybet girt. Taybetmendîya herî balkêş a Delîl Dîlanar ev e: berhemên xwe yên klasîk ên wekî  “Neçirvano”, “Serayê”, “ Serê Tarxan”, “Zerîyê” ve “Qasimo” bi hevxebata  hilberînêrê muzîkê Hakan Akay re bi enstrumanên modern hem ji aliyê armonîyê û hem ji aliyê ritmê ve ji nû ve vedibêje.

Delîl Dîlanar li Rojhilata Navîn, Ewropa û Emerîkayê gelek caran derketîye sehnê, 20 sal bi şûndede bi konsera xwe ya Îstenbolê dê derkeve pêşberî guhdarvanên xwe yên li Tirkîyeyê..


Dem û Cîh: 13 GULAN 2015 – SEAT: 21.30 – SALON IKSV

Nerîna min :