Hereketa Azadîyê Li Amedê Seredana PAKê Kir
Îro li Amedê heyeta Hereketa Azadîyê seredana Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) kir.Heyet ji Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadîyê rêzdar Adem Geverî, Sekreterê Kar û Barên Sîyasî û Hiqûqî rêzdar Sidqî Zîlan, Koordînator rêzdar Ömer Sönmez û endama Birêveberîyê rêzdar Sevda Özcaner pêk hatibû.
Heyeta Hereketa Azadîyê, li Navenda Giştî ya PAKê ji alîyê Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik Cihgirê Serokê Giştî Nuri Sinir, Endamê Bireveberîya Navendî Vahit Aba û bireveberên PAKê ve hate pêşewazî kirin.
Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadîyê rêzdar Adem Geverî, ev seredana wek îade-î zîyaret binav kir û got, ’’ Bi taybetî jî jibo li dijî ‘ixtarnameya’ Serdozgerê Mehkemeya Bilind ya Tirkîyê em piştgirîya Hereketa Azadîyê nîşan bidin em li vê derê nin. Ev sucdarî û îxtarnameya Serdozgerî ne bes jibo PAKê ye, herweha jibo me gişa ye. Em bi her awayî amade ne ku bi PAKê re li dijî vê yekê, helwesteke Kurdistanî pêk bînin’’
Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik jî xêrhatina heyetê kir û got ‘’Hereketa Azadî îro bi daxuyanîyekê piştgirîya PAKê kiribû. Ev hatina we jî dubare helwesteke Kurdistanî û dostane ye. Em spasiya we dikin. ‘’
Di derbarê rojeva Kurdistanê, yekitîya neteweyî, hilbijartinan û ‘’ îxtarnameya’’ Mehkemeya Bilind de herdu alîyan nêrînên xwe bilêv kirin.
Herdu alîyan jî jibo pêşdebirin û xurt kirina têkilîyên Hereketa Azadî û PAKê hemfikir bûn. Hevdîtina Hereketa Azadî û PAKê di atmosfereke dostane û germ de de bidawî hat.
11.03.2015
Buroya Çapemenî û Regehandinê ya PAKê


