Gotara Mesrûr Barzanî bo xelkê Wanê
Duhî (17.11.2011) Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî bi çavdêrî û amadebûna Mesrûr Barzanî endamê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê bi merasimeke fermî û girseyî hevkariyên xwe yên ji bo lêqewmiyên bajarê Wanê birê kir.
Di vê merasimê de Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û di axaftina xwe de got ku di sedsala borî de gelê me li başûr tastî gelek terajdiyan hat û mecbûr man ber bi welatên cîran û taybetî ber bi Tirkiyeyê ve biçin û xelkê bajên bakûrê Kurdistanê gelek alîkariya xelkê başûr kir:
– Pêwîste li wir de em bi bîra xwe binîn ku, di sedsala derbasbûyî de gelê me bi terajdiyên gelek mezin re rûbirû bû lewre neçar ma ku, koçberê welatên cîran, bi taybetî Tirkiyeyê bibe. Di wê demê de xelkê bajarên deverê yên ku, sînorên xwe bi Herêma me re hebûn gelek bi başî hevkariya gelê me kirin. Xelkê wan bajarên ser sênor hertim destê hevkarîyê ji bo me dirêj kirin û pena dane me û hevkariya me kirin. Niha jî dora meye ku, hevkariya wan bikin û pêwîste li gorî îmkan û derfetên xwe hevkariya wan xweşik û birayên xwe bikin, ev jî ev yek diyar dike ku, rabirdûya me, niha û paşeroja me bihevre girêdayiye.
Mesrûr barzanî di axaftina xwe de behsa peyama mirovatiyê ya nemir Barzanî kir û got:
– Dixwazim ev yek diyar bikim ku, birêz Mele Mistefa Barzanî yê nemir çawe di jiyana xwe de peyama mirovahî, dostanî û aştî daye her kes û her derê niha em jî her li ser vê rêbaza pîroz berdewamin û peyama me bo xelkê Wan û derdorê eve ku, em birayên wene, em kesûkarên wene, em bi xem û êrş û azarên we gelek xemgînin, hêvî dikim ev nexweşiya we ya dawîn be.
Ev li jêr hemû axaftina Mesrûr Barzanî:
Bi navê Xwedê mezin û dilovan
Xweşik û birayên birêz û mêvanên hêja…
Gelek ji dil bixêr hatina we dikim û amadebûna we cîhê pêzanîn û rêza meye.
Ez xwe gelek bi bextewer dizanim ku, bi piştevaniya xwedê mezin û hevkariya we yên birêz îro liwir em kom bûne daku, ev hevkariyên ku, ji bo lêqewmyên Wan û derdora wê ku, ji ber erdhejê zererên mezin dîtibûn, birê bikin.
Cîyê xemgîniyêye ku, ji ber ev karesat û ev erdheja han jimarek ji xweşik û birayên me li bajarê Wanê û derdorê vê bajarê de canê xwe ji dest dan û hijmareke zêde jî birîndar bûn û hijmareke din jî bê cîh û war man.
Piştî ev karesata han me bi ferman û bi destûrê serokê Kurdistanê birêz serok Mesûd Barzanî bi mebesta hevkarîkirina xweşik û birayên xwe dest bi kampaniyay komkirina hevkariyan kir daku, bikaribîn bi vî awayî hinek ji êş û azarên ev xweşik û birayên xwe yên ku, bi vê karesatê re rûbirû bûne, kêm bikin.
Liwir bi başî dibînim ku, spasiya we yên xweştewîst û tevahiya van mirovdostan bikim ku, destê hevkarîyê bo me dirêj kirin û hevkariya me kir daku, em bikaribin ev hevkariya han kom bikin û ev hevkariyên ku, hatine komkirin pişt bi xwedê mezin dê piştî çend saetên din bigehêjin destê xweşik û birayên me yên li Wanê û derdorê ku, pêdeviya wan pê heye.
Ez spasiya xwelkê Kurdistanê dikim, bi taybetî ev xweşik û birayên ku, di vî warî de gelek xwe westandine, spasiya kak Xefûr Xoşnav, waliyê Dihukê, kak Xalid Xweşnav û kak Salar Mistefa dikim ku, bi asteke gelek bilind hatin pêş û hevkariya dezgeha xêrxwazîya Barzanî kirin daku, bikarêbe hevkariya xweşik û birayên me yên li Wanê bike.
Li wir de dixwazim ku, spasiya konsulusxaneya Tirkiyeyê bi taybetî konsulusê Tirkiyeyê Aydin bikim ku, di vî warî de hevkariya me kiriye daku, ev hevkariyên han raste rast bigehêjin bajarê Wanê û bigehêjin destê ev kesên ku, pêdeviya wan bi wan hevkariyan heye.
Dixwazin spasiyên xwe jî pêşkêşî berpirs û karmendên dezgeha xêrxwazîya Barzanî bikim ku, bi şev û roj bêyî westandin dest bi vê kampaniyay han kirin, hevdem ji bilî vê jî pêştir her bi vî awayî di xizmeta vê dezgeha han de bûne daku, bikaribin hevkariyên we yên birêz bigehînin ev kesên ku pêdeviya wan bi wan hevkariyan heye.
Pêwîste li wir de em bi bîra xwe binîn ku, di sedsala derbasbûyî de gelê me bi terajdiyên gelek mezin re rûbirû bû lewre neçar ma ku, koçberê welatên cîran, bi taybetî Tirkiyeyê bibe.
Di wê demê de xelkê bajarên deverê yên ku, sînorên xwe bi Herêma me re hebûn gelek bi başî hevkariya gelê me kirin.
Xelkê wan bajarên ser sênor hertim destê hevkarîyê ji bo me dirêj kirin û pena dane me û hevkariya me kirin. Niha jî dora meye ku, hevkariya wan bikin û pêwîste li gorî îmkan û derfetên xwe hevkariya wan xweşik û birayên xwe bikin, ev jî ev yek diyar dike ku, rabirdûya me, niha û paşeroja me bihevre girêdayiye.
Dixwazim ev yek diyar bikim ku, birêz Mele Mistefa Barzanî yê nemir çawe di jiyana xwe de peyama mirovahî, dostanî û aştî daye her kes û her derê niha em jî her li ser vê rêbaza pîroz berdewamin û peyama me bo xelkê Wan û derdorê eve ku, em birayên wene, em kesûkarên wene, em bi xem û êrş û azarên we gelek xemgînin, hêvî dikim ev nexweşiya we ya dawîn be.
Di dawî de ez dixwazim spasiyên xwe pêşkêş tevahiya wan hevalan bikim ku, di vê warê de hevkarî kirine û peyama me ji bo xweşik û birayên xwe yên li Wanê eve ku, em hevparê xemên wene û ji xwedê mezin daxwaz dikin daku, riha ezîzên we yên ku, bûne qurbanî bi ceneta xwe şa bike û selametî bide nexweş û birîndarên we û ev nexweşiya we ya dawîyê be.
Careke din gelek spasiya tevahiya we dikim gelek bixêr hatin û gelek memnûn.