Tevgera Goranê gilînameyekê li mehkema Silêmaniyê li ser Mehemedî Hacî Mehmûd sekreterê Partiya Sosyaldemokrata Kurdistanê, qeyd dike û wî dide mekemeyê.Mehemedî Hacî Mehmûd di hevpeyvîneke xwe de digel Radyaya Dengê Amerîkayê gotibû ku hemû partiyên beşdar di hikûmeta herêma Kurdistanê de li ser dosyeya neftê gunehbarin û her partiyekê hisa xwe heye. Û Tevgera Goranê jî hisa xwe ji nefta Kurdistanê heye ji ber hindê ew jî di hikûmetê de ye û xwe ji hikûmetê venekişandiye. Li ser van gotinên li jor, Tevgera Goran neraîzbûna xwe diya kir û li mehkemeya Silêmaniyê şikayet li ser Mehmûd qeyd kir. Ê camêr rast gotiye! Madem tu di hikûmetekê de beşdarî, tu jî weke hemû aliyên din yên beşdar di wê hikûmetê de ji siyaset, kar, reftar û pilanên wê hikûmetê berpirsiyarî. Li vir du rê hene; yan divê xwe ji hikûmetê vekişînî û weke opozisyên xwe îlan bikî, hîngê tu dukarî bi kêfa dilê xwe hikûmetê rexnebaran bikî, yam jî di hikûmetê de berdewamiyê bi akrê xwe bidî, hîngê tu ji hemû kar û çalakiyên hikûmetê berpirsiyarî. Li ti welatên cîhanî çênebûya partiyeke siyasî di eynî wext de di hikûmetê de beşdar be û di eynî wext de weke opozisyên kar bike û li dijî siyaseta hikûmeta ew beşdar tê de gavan pavêje. Ji vê siyasetê re dibijên siyaseta Durûyî.Tevgera Goran ji Mehemdî Hacî Mehmûd dixwaze ku bi belge îspat bike ku ew jî di gendeliya dosyeya neftê de beşdarin. Mehmûd di bersvê de ji wan re, ji Tevgera Goran re, dibêje, Hema belgeya herî baş berî heyamekî Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê di civînekê de ku parlamenterên Goranî jî amadebûn, gotibû hermû partiyên hikûmeta Kurdistanê di gendeliya dosyeya neftê de berpirsiyarin û nûnerê tevgera Goran jî bi gotinekê bi tenê jî besiva Ebadî nedaye.Mehmûd dibêje belgeya duyem jî daxuyaniya Mela Bextiya berpirsê desteya kargêriya polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê ye ku wî jî berî heyamekî gotibû, Hisa tevgeran Goran di rafîneriya Baziyan de heye. Eve belge ji we re û hûn bê minetin û herin mehkema xwe bikin.NH

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: