Polîtîk

Goran: Em di pilana xwe de şikestin

Piştî şikestinên yak li pey ya din yên opozisyonê, serkirdeyekê Goranê eşkere kir ku opozisyon û bi taybetî Tevgera Goranê di pilanên xwe de şikestin xar.
Serkirdeyekê Tevgera Goarnê ku nexwest navî wî bê eşkere kirin ji malpera Wlapress re got:

– Raporên şaş û bê esas ji rêxistinên me ji bo me dihatin, em jî li ser esasê wan raporan ketin tevgerê, di raporan de wisa hat bû diyar kirin ku hemû xelkê Kurdistanê ji YNK û PDK acize û eger Goran li dijî desthilatê tevbigere dê hemû xelkê Kurdistanê pê re be.

Wî serkirdeyê Goranê behsa nakokiyên nav serokatiya Tevgera Goranê kir ku got ku qismek ji serokatiya Goran bi eqilê salên heştiyan dixebite û bi tenê li gor raporên bê esas yên ji rêxistinê tên tevdiger in û got:

– Me mihawile kir li sertaserî herêma Kurdistanê greva giştî bikin, lê me nikarî 10 dikanan dabixin, me hewilda mamoste û xwendekar greva giştî bikin, lê dîsa em serneketin, ma xwest bi rêya sektora tendirustiyê magirtin îlan bikin lê em di wê jî de serneketin. Ji  sedemê van hemû şikestinên me xarîn, nakokîyan di serokatiya Goranê de kûr kirine

Back to top button