Xedam: Sefîrê Tirkiyeyê û Ocelan li Şamê di yek avahî de bûn
Abdulhelîm Xedam jibo serokê PKKê Abdulah Ocalan çi got?
Abdulehîlm Xedam cîgerê Hafiz Elesed serokê Sûriyê ê berê, di hevpeyvîna ku rojname Hûriyet a Tirkiyê li gel kirî de, li ser rewşa serokê PKKê Abdulah Ocalan li serdema ku li welatê Sûriyê bû disekine û li gor rojnama Hûriyetê gelek xalên ku heta niha veşartîbûn, eşkere dike.
1. Birayê Esed anî: Li tîrmeha sala 1979î de, bicihbûna Ocalan li Sûriyê, rola Cemîl Elesedê birayê Hafiz Elesed ku, di berfenbar a sala 2004ê de mir, hebû. Ez wek cîgerê serok û berpirsê siyaseta derve li hember derketim. Lê, ez texmîn dikim, jibo li heberî Tirkiyê bi karbîne, Cemîl Elesd Ocalan anî Sûriyê. Cemîl Elesed û Ocalan gelekî bi hev re vekirîbûn. Hafiz Elesed yekser bi Ocalan re hevdîtin nedikir, lê li serdema Ocalan li wir, bi bardewamî li ser ocalan pêzanîn ji Cemîl Elesed werdigirt.
2. Ji sedema PKKê û Ocalan, têkiliyên Tirkiyê û Sûriyê pir ziravbûn. Dema Turgut Ozal bû serokê Komarê, me pêzanîn bi destxistin ku di nava hewldanê de ye pirsgirêka PKKê û Kurdan çarser bike. Jibo ku xebatên PKKê û Ocalan li ser xaka Sûriyê rawestîne bi me re kete nava peywendiyê. Li îlona sala 1998an, jibo çareseriyê di navbera her du welatan de peymanek hate girêdan, lê mixabin bi rêve neçû. Destpêkê Hafiz Elesed ne li dijî vê peymanê bû, lê paşê bi hindek hêncetên, ez nizanim, li dijî vê yekê derket.
3. Di navbera salên 1996 – 1997, bi riya şêwirmendên serokwezîrê wê demê Necmedîn Erbakan, têkilî bi tevgera Sunî (Cemaatî Îslamî) re ku serokê wê Feysel Mewlewî ye li Libnanê bizava xwe dikir danî û ji me hate xwestin em di navbera Tirkiyê û PKKê de navberiyê bikin. Me li ser astê hikûmetê ev nirxand û ka çi pêdivî heye jibo çareserkirina ku bê kirin biryar da. Min jî gazî Ocalan kir, min rewş jêre got û ka hûn çi ji Tirkiyê dixwazin em ê bi riya nameyê ji wan re bêjin.
4. Ocalan got, me xak ji Tirkiyê navê û em qebûl dikin ji nava xaka Tirkiyê derkevin. Di belgenameya di destê wî de, plan, daxwazên ku werin cih û pêzanîn hebûn. Me jî bi riya baliyozê xwe ê wan salan li Ankara Abdulezîz Rfîaî bi nameyekê re ve belgename rêkirin ji serokwezîr Erbakan re.
5. Bersiva Erbakan ji nameyê re ” Ev bersiva daxwazên me nadin” û nameyek din ji me re nivîsî bû li gor mercên Tirkiyê . Di vê nameyê de ” Divê yekser PKKê çekan deyinê, ji xaka Tirkiyê derkeve û Ocalan ji xaka Sûriyê derkeve” Dixwestin. Rewş bi rastî pir cidî bû, Ankara leşker dikşandin ser sînor , pêzanînên ser amadekariya şer ji me re dihatin. Min careke din gazî Ocalan kir û min mercên Tirkiyê jêre got û me biryar da em hemû têkiliyên xwe bi PKKê re bibirin û em naxwzin bikevin riyekê bi Tirkiyê re ku êdî veger jê nebe, gotiyê. Ocalan ji nêzîk ve rewş dişopand û piştî got em mercan qebûl dikin, ma cereke din li meha cotmehê sala 1998ê bi riya baliyozê xwe Rifaî nameyek din rêkir. Lê, Erbakan got ” Temam, piştî hevdîtina bi generalê giştî re, ez ê bersivê bidim.” Lê paşê, hemen name li balyozê me vegrand û got bila li cem we bimîne.
6. Dihate zanîn ku em bi Tirkiyê re gihane keviya şer. Serokê Misirê Husnî Mubarek erkê navbeynê hilgirt ser milê xwe. Piştî Mubarek ji Tirkiyê hat, rewş anî ziman. Jibo rewstaandina xwedî kirina terorê Tirkiyê 45 roj dane Sûriyê û pêzanîn digihane me ku riyên diplomasî bi dawî bûne.
7. Piştî wezîrê karê derve Farûq Elşare ji Qahîre hat, ferman ji dezgehê sîxuriyê û Gazî Kenan re hate dayîn ku Ocalan ji Sûriyê were derxistin û wargeha PKKê a li Libnanê Baqee were girtin û bi pêre 9 waregehên Filistîniyan werin girtin, hate dayîn.
8. Ez ê niha pêzanînekê bidim we ku heta niha min qet eşkere nekiribû. Di vê pêvajoyê de, li Şamê Turk Ataşe û Ocalan di yek avahiyê de diman. Turk Ataşe pê nizanîbû ku ew û Ocalan di yek avahiyê de ne. Dema berpirsekî sîxuriyê ji Ocalan re got ” tu li cehekî dimînê ku metirsî li ser te heye”. Ocalan bersiv da ” Hê roja ewil dizanim ku ez û Turk Ataşe di yek avahiyê de dimînin, lê ew nizane ku ez li virim. Jiber vê yekê ez gelek rehetim û nayê hişê kesekî ku ez di hemen avahiya berpirsekî mezin ê Tirkiyê tê de dimîne, bimînim. Nexwe ez li Sûriyê di avahiyeke herî bi ewlede dimînim.”
9. Di civîna serokatiya koma Beas de û bi rêveberên hikûmetê re hate gengeşe kirin û biryar hate sitandin ku êdî mayîna Ocalan metirsiye. Êdî Hafiz Elesed jî gihabû wê baweriyê ku divê Ocalan ji Sûriyê derkeve. Ez bi xwe bi Ocalan re rûniştim. Di zanebûna qeyranê de bû. Min jêre got; em û Tirkiyê gihane keviya şer, rewş pir cidî ye, me biryarên giring dan û yek ji wan derketina te ji xaka Sûriyê ye. Ocalan got; “dizanim ku Tirkiye di şere de cidî ye, jibo ku qeyran mezin nebe ez ê piştî çend rojan derkevim” û destûr xwest. Piştî çend rojan ji balefirgeha Şamê bîlêta wî hate birîn û hate ragihandin ku Ocalan çû Atîne. Wan rojan dihate belavkirin ku balefirek taybet jibo Ocalan hatiye amadekirin tev derewin. Dezgehê me dizanîbû ku li wan rojan Ocalan bi hindek dezgehên sîxuriyê welatan re hevdîtin kirine. Goman dikim, ku piştî ji Şamê veqetiye ev têkilî bi karînane.
Jêder: Rojname Hûrreyt/ werger- avestakurd