Bedirxan

Gora Yusif Kamîl Bedirxan li Gurcîstanê hate dîtin

 

Gor û mala Yusif Kamîl Bedirxan ku yek ji endamê malbata Mîr Bedirxanê Ezîzî ye li paytexta Tiblîsa Gurcîstanê hate dîtin.

 

Di derbarê dîtina mal û vê gorê de Hemîd Ebubekir Bedirxan Sernivîskarê Rojnameya Bedirxan dide zanîn ku piştî ku wî ji nivîskar û ronakbîr Dimitrî Pirbarî bihîstiye ku gora Kamîl Yusuf Bedirxan li nav goristana Êzîdiyan deye û her wiha ew mala ku têda jiyaye her li nav Tîblîsê da bûye wî serdana gora Yusif Kamîl Bedirxan kiriye û paşê jî serdana mala wî kiriye ku heta dawiya jiyana xwe Yusif Kamîl Bedirxan li wê malê de jiyaye.

 

Sînemxan Celadet Ali Bedirxan jî di derbarê dîtina gora Yusûf Kamil Bedirxan de da zanîn ku raste Kak Hamîd nû dîtiye lê me ji berê de jî dizanibû ku gora wî li wire. Bedirxan got: Yusif Kamîl Bedirxan yek ji endamê malbata Bedirxaniyane û piraniya jiyana xwe li Tiblîsa paytexta Gurcîstanê jiyaye. Di pêşketina çanda Kurdên Gurcîstanê de roleke mezin dîtiye. Wî di sala 1929 an de li wir dibistaneke Kurdî vekiriye û bûye mamosteyê zimanê Kurdî û Tirkî. Gelek gotar û lêkolînên wî yên di derbarê jiyan çand û hunera Kurd û Kurdistanê de hatiye belavkirin.

 

Her wiha di derbarê kesayetiya Yusif Kamîl Bedirxan de, Sînemxan Celadet Bedirxan got: Ew mirovekî zana û ronakbîreke navdar bû, çendîn zimanên Ewrupî û rojhilatî dizanibû. Di sala 1934 an de jiyana xwe ji dest daye. Margarita Yakovlêvna xanima wî bû û ew jî Elman bû. Xanima wî sala 1953 an de koça dawî kir û wan tu zarok nebûn. Berî ku Yusif Kamîl Bedirxan koça dawî bike wasiyeta wî ewe bûye ku wî li Tiblîsê li goristana Êzdiyan de binax bikin. Her wiha dostekî wê yê Dengbêj û ronakbîrê Kurd Ehmedê Şawêş Mîrazî bi destê xwe li ser kela wî bi sê zimanan (Kurdî, Tirkî û Rusî) wiha nivîsandiye. (Yusif Kamîl Beg Bedirxan Ezîzî 1872-1934, Te bi xebat û îlmê xwe serê 10.000 Kurdên tarî minewer kir. Xebata te nayê ji bîr kirin.

 

Back to top button