Giyanê pêşmerga û du xanîyên li Mexribê (Morocco)
Giyanê pêşmerga û du xanîyên li Mexribê (Morocco)
Mixabin li vî welatê me ku ji her welatekî pitir pêdvî bi xurtikrina hizir û bîrên neteweyî ye, roj bo rojê tiştên seyir û kes nedîtî bi berçavên me dikevin ku bo me diyardiken netenê di nav xelkî de belkî di dezgayên me yên dewletê jî da reng û sîmayê bingehên neteweyî gelek di lawazin yan jî hindek cara her nînin.
Li hemû welatên cîhanê milletên wan rêz û buhayekê taybet didene şerker û qaremanên xwe, heta eger wan şerkeran welatên xelkê dî jî dagîrkirbe, bo nimûne wekî leşkerên emrîkî yên ku pişkidarî di şerê vêtnamê da kirîn, ku nukejî wek qareman rêz lê tête girtin û wek mirovên pîroz têne dîtin.
Li vî welatê me jî yê ku hêşta li binê jêhelî ye û rêkeka gelek dûr û bi asteng li pêşîyê ye, mixabin piranya qaremanên me ketne kolanan bê kar û xudan û xelkekê ne ji hejî li ser hisaba wan bûne xudanê her tiştî.
Jiblî azadya bidestmeve hatî ku berhemê xuh û xwîna van qaremanan e, dîsan aramî û tenahya ku em evro jî têda dijîn eger ev pêşmerge nebin ku li Şengal, Zumar, Mûsl, Mexmûr û Kerkûkê û cîyên dî wek dîwarekê qayim û mukum me ji tirombêlên TNT bar kirî û hêrşên dujminan biparêzin dê heroj parçên me û zarokên me jî wekî yên xelkê naverast û başûrê Îraqê ji ber esmanan hêne xwarê. Lê gelo em vê çendê têdbînîn? Ez dibêjim mixabin ne, ji ber ku em dibînîn rojane ew bi TNT û hêrşên dujminên faşst têne şehîdikrin ji bo ku me biparêzin lê bo geleka ji me nexeme.
Belgeya min jî l ser vê çendê ewe ku nîvroya roja 25.12.2009ê dema karwanekê pêşmerga ji Zaxoyê ji bo erkê pêşmergatîyê diçûne Şinegalê li nêzîkî bajêrkê Rbîyeyê erebên terorîst tirombêlek bombebarkirî bi karwanê wan ve peqand û di heman dem de li du cihên dî jî TNT li pêşiya pêşmerge dana bû û di encam de pêşmergeyek şehîd bû û 16 jî birîndar bûn. Ka vêca em temaşekeyn gelo dengivedana vê bûyera nexweş di mediya kurdî de çewabû?
Piştî ku min ev nûçeye bi telefonê wergirtî, êvarê ez li ber televzyonê rûnştim ji ber ku min diviya hûrgiliyên vê nûçeyê bizanim. Destipêka şevê, demê nûçeyan, min TVyek kurdî a setelaytde ku ji Hewlêra paytexit û bi pereyê hikumeta Kurdistanê weşana xwe dike, vekir û dixast guhdariya nûçeyan bikim. Nûçe bi dumahî hatin û wê TVyê ne bi başî û ne jî bi xirabî behsa kiryara terorîstî û şehîd û birîndarên me yên pêşmerge nekir û nêzîkî bûyerê jî nebû, lê hindek nûçîyên weke henekên zaroka têda hatine belavkirn ku, ne ji dûr û ne ji nêzîk nûçenebûn û ne jî peywendya wan bi kurd û Kurdistanê ve hebû. Min jî qîma xwe bi hindê îna ku “berî 6-7 demjimêrin vê kiryare rûdaye û belkî hêşta vê TVyê ew nûçe amadenekirye”
Dê başe, bû direng dîsan dema nûçeyên vî kenalê kurdî yê binavudengê deselata Kurdistanê hat û min carekadî guhên xwe li ber veçnîn dîsan diyar bû ku xwîna pêşmergên reben bo kenalê TYya me nexem bû û qet behsa wê bûyera xwêna pêşmerge tê rişî nekir, lê ew nûçeyên dî yên wan belavkirîn dyar bû ku li gor wan gelek ji gyanê pêşmerga gringtir bûn ku yek ji wan nûçeyan ev bû:” evroke piştî baraneka dijwar li hindek cade û kolanên welatê Mexribê (Morocco) lehî rabûn û jêderekî ragehand ku ev lehye bûne egera xirabikrina du xanîyên axê û hindek aliyên cadê”
Rizgar Kêsteyî
28.12.2009