Li Hewlêrê Civîna Ferhenga Mîr Celadet Bedirxan
Rojeva Kurd: Li roja 23.01.2010 an li hola Rewşenbîrî ya Fransî, dê ji aliyê Sînemxan Mîr Celadet Alî Bedirxan û bi hevkariya Navenda Çandî û Hûnerî ya Fransî ve dê civînek di der barê Ferhenga Mîr Celadet Ali Bedirxan de bête saz kirin.
Li civîna Ferhenga Mîr Celadet Bedirxan de dê Ferhenga Mîr Celadet Ali Bedirxan bête nas kirin. Ev ferheng yekemîn ferhenga Kurdî – Kurdî ye ku berî 65 salan ji aliyê Mîr Celadet Ali Bedirxan ve hatibû amade kirin. Lê mixabin ji ber gelek sedeman ferheng nû hate çapkirin.
Li civîna Ferhengê de, dê Sînemxan Celadet Ali Bedirxan di der barê ferheng û hemû berhemên dinên Bedirxaniyan û berhema Mem and Zîn (Mem û Zîn xwedê jê razî Selah Sadallah ji Kurdî wergerand zimanê Ingilîzî) de, dê axaftinek bike. Her wiha tê çaverê kirin ku di heman civînê de çendîn rewşenbîrên Kurd jî bi gotarên xwe ve beşdarî civînê bibin.
Wekî ku tê zanîn jî, ev ferheng bi alîkariya birêz Celal Talebanî Serok Komarê Iraqa Federal û Hêro Îbrahîm Ehmed Xanima Yekema Iraqa Federal ve ji aliyê weşanxaneya Avesta ve li Stenbolê hatibû çapkirin.