Polîtîk

Mesûd Barzanî: Divê encamderên tundutijiya dijî jinan bêne sizakirin

Îro şemî 16/01/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel dam û dezgehê Polîsên Herêma Kurdistanê civiya.

Li destpêka civînê de, birêz Kerîm Şingalî Wezîrê Navxoya Herêma Kurdistanê, bi navê xwe û sercem amadebûyan ve li karmendê serekiyên hêzên navxo spasî Serok Barzanî kir ji bo vê hevdîtinê û careke din jî soz bi rêzdar û gel û nîştîman da ku herdem dilsoz bin li parastina ewlehî û asayîş û serweriya neteweyiyan û zêdetir hewl bidin ji bo çespandina azadiya takekesî û civatê bi giştî, heta ku hemû hemwelatiyek dilniya bibe li jiyan û sercem taybetmendiyan û pira baweriyê jî di navbera desthilat û civatê de bi hêztir bikin û cih bi cihkarê yasa û biryarên dadgehê bin û zêdetir rêz li bingehên destûriyên taybet bi mafê demokratiyan û azadiyên civakê bigrin.

Her wiha bi erkê serşanî xwe jî zanî ku cih bi cihkarê siyaseta giştî ya Hikûmeta Herêmê bin li çarçêweya plane stratejiyan li parastina ezmûna demokratîka Herêm û hewldana ji bo nûbûnê ve û bi duvda çûna pirsgirêk û astengên ji bo kêmkirina rêjeya tawan û binpêkirina yasayiyan li her astekê da bibin.

Paşê Serok Barzanî li destpêka gotara xwe de bi xêrhatina mîhvanan kir û çend xalek xiste rû ku pêwendî bi edaya dam û dezgehên Polîsên Herêma Kurdistanê ve hebû û ragihand ku Hikûmeta Herêmê destpêkiriye bi hengaveke gelek pîroz ku ew jî bi damezrayî kirina dam û dezgehên Herêmê, ku li nav wan da dam û dezgehên Polîs pêgeheke diyariya wan heye û efser û derecedarana wan herdem canê wan li ser dest bûye bo ku canê hemwelatiyên Herêmê biparêzin û tekîd li wê yekê jî kir ku em çiqas bibin welateke yasayî û destûrî ewqas hêza me li derve zêde dike û zêdetir jî rêz li me tê girtin.

Polîs kurê vî gelî ne û niha polîs ji serdema berê cuda ne, lê belê li gel wê cudahiyê jî hê jî hinek ferhenga berê her mane, raste kêm bûne, lê belê mayina yek ferhengî jî gelek pêwîste ku hewla nemana wê bê dayîn.

Ew berpirsiyarêtiya ku ketiye ser şana polîs gelek mezine ku ew jî cih bi cih kirina yasaye. Ji bo wê yekê gelek bi eşkere dibêjim ku erkê serşana xwe cih bi cih bikin bi bêyî ku hesab ji bo tu kes û berpirsekê bikin. Bi heman awayî daxwaz li we dikim ku reftara we jî divê ji çarçêweya yasayê dernekeve.

Niha yek Hikûmet û yek welatîn û hizb jî piştgiriya we dikin û tu aliyek jî nikare tevlî kar û barê we bibe an ku têk bide.

Ez spasiya we dikim, ji ber ku bi başî we rola xwe dîtiye û we parêzgeriyê li ewlehî û asayîşa Herêmê kiriye.

Mezintirîn berpirsê welatan ku serdana Kurdistanê dikin yekem car behsa rola rewşa ewlehiyê dikin. Ev ewlehî û asayîş bi xwîna we hatiye holê û eve jî wiha kiriye ku kompanyayeke zêdeyên biyanî serî li Herêmê bikin.

Asta Polîsa Herêmê divê li asteke bilind da be û ji bo vê mebestê jî em amadene alîkariyeke zêde li Wezareta Navxo bikin û li rûyê guzariniyê jî rewşa efser û derecedaran baştir bikin.

Sebaret bi diyardeya tund û tîjî dijî jinan û her wiha belavbûna maddeyên bêhoşkeran, Serok Barzanî daxwaz ji dam û dezgehên Polîsê Herêmê kir ku hemû hewldanên xwe ji bo ji holê rakirina van du diyardeyan bixin rû û tawanbaran bigihînin bi sizayên xwe.

Her wiha li dawiya civînê de, hejmarek ji efseran nêrîna xwe sebaret bi çend meseleyekê pêwist bi dam û dezgehan xiste rû ku cihê girîngîdana Serok Barzanî bûn.

Back to top button