Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Elmanya li Iraq kir

Îro şemî 16/01/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Pawel Fon Maltsan Balyozê Elmanya li Iraq kir.

Li hevdîtinê de ku Dr Olîver Shinakinberg Konsolê Giştî yê Elmanya li Herêma Kurdistanê amade bû, behsa xurtkirina pêwendiyên di navbera her du alî û pêvajoya Herêma Kurdistan û Iraqê hate kirin.

Balyozê Elmanya ji bo vê serdanê xweşhaliya xwe nîşanda û hêvî xwest ku asta pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê li gel Elmanya Federal bi berdewamî û pêşveçûneke zêdetir bi xwe ve bibîne.

Her wiha rola serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê li proseya siyasiya Iraqê de bi navê çespandina bingehên demokrasî û pêkve jiyana aştiyane li navbera ol û neteweyên Iraqê de bi bilindî nirxand.

Li beranber da Serok Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina pêwendiyên li gel Elmanya Federal li rûyê siyasî, aborî û rewşenbîrî ve xiste rû û tekîd kir ku Herêma Kurdistanê ji bo avadankirina Herêm û tevahiya Iraqê wekî derbasbûneke aram pêşwazî li veberhênerên Elmaniyan dike.

Back to top button