Polîtîk

Hukumet amadebûna guhertina beşek ji destûrê dike

Enqere – Wezîrê Dad ê yê Tirkiye Sadullah Ergin, di bernameyek ya televizyonî de da xuyakirin ku, dê hinek madeyên destûra bingehin bêne guhertin. Li gora  gotina Sadullah Ergin, hukumetê dixwest destûrek nû pêkbînin û destûr ji nûve bête çêkirin. Lê Ak-Partiye nekarî li ser guhertina destûrê li gel partiyên din li hevwerin, ji bo vê yekê ew hewldanê dikin ku beşek ji destûrê biguherînin û dê rojên pêşiya me de ev guhertin werin rojeva parlementoyê. Lê wezîr  zelal nekir ku, dê kîjan made bine guhertin.

Back to top button