Parlamenterê Dersimê tê konferansa Dersimê
Partiya DTP ku berî nuha ji aliyê Dadgeha Qanûna Bingehîn li Turkiyê hatibû qedexekirin, hejmarek parlementer ji Kurdistanê şandibûn meclîsa Turkiyê. Yek ji wan kesan jî Şerafettin Halis e.
Parlamenterê BDP ê yê Dersimê Halis di 1956 an de li Xozatê hatibû dinyê. Dibistana mamostetiyê li Mêrdînê xwendiye. Helbestvan e û pirtûkek wî bi navê ”Nûpelda” belav bûye.
Şerafettin Halis piştî ku bû parlementer hejmarek pêşniyaz dabûn parlementoyê. Yek ji wan jî di destpêka sibata 2009 an de hatibû pêşkêşkirin. Wî dixwest ku, navê ”Tunceli” ji holê rabe û dever bi navê xwe yê eslî, bi ”Dersim” ê bê binavkirin.
Di destpêka sala 2009 de, siyaseta durû ya dewletê ya li dijî zimanê kurdî, ji aliyekî weşanên dewletê yê bi kurdî û li aliyê din qedexeya dewletê li ser kurdî anîbû zimên. Ji rêvebirên dewletê xwestibû ku, zimanê kurdî bibe zimanê xwendin, têkilî û ticaretê.
Di gulana 2008 de ji serokwezîrê Turkiyê Erdogan xwestibû ku, cihê goristana şehîdên Dersimê, rêvebirê serîhildana Dersimê Seyid Riza û 6 kesên din eşkere bike.
Dezgeha Mafê mirovan ya li dijî qirkirina Gelê Kurdistanê Kurdocide Watch CHAK-Bakur, di 24 çileya paşîn (January) 2010 de, li Stockholmê konferansa Dersimê pêk dihêne. Îro, ji Kurdocide Watch News ê beyana belav bû dide eşkere kirin ku, parlementerê Dersimê Şerafettin Halis tê Stockholmê ji bo ku beşdarî konferansa Dersimê bibe.
EuroKurd News – eurokurd.net