Kultur

Helbet: Xewnek ji buheştê

Xewnek ji buheştê

Li gel min bu perîzadek buheştî
Li bin dara xelatê em runeşti
Bê parastin wekü yezdan em dabun
Ne yek dergeh li ber me qat nemabun
Bi guh dêrin li dengê nay ü tembur
Di noşin mey bi badê zêr u ferfur
Me mey noşî ta em herdu ji hiş çun
Di nêv derya evînê em diwerbun
Di xwestî yar kü paldim ez mîna xaç
Bi nazdarî ji lêvê min dida maç
Zimanê xo we gerduna mi malişt
Bi ser hevde çum u hatim zik u pişt
Perî zadê ji laş xwesti endamek
Min go fermo bi gorî te ḱerwanek
Bi lêvê xo ewe endamê min dot
Di bêm ku ez di nêv destê melik mot!
Bi nermayî ewe tevde di alast
Di ḱir hembêz ji bona xwe di parast
Hêdî hêdî dîsa yarê di hat jor
Bi xwer xistim evê carê ben u tor
Ji baxê xo wê dida destêm du sêv
Bi nazdarî dida min wê çen u lêv
Dida pêla li jêrê geh li jorî
Bi ax u ox diḱir qêrîn u borî
Dema îlham ji bona min ji jor hat
Belê xincer di ḱalande çubu hat
Hiner min bir perîzadê ji nişka
Ketim warê ziya mar u dupişka
Bi jêr hatî ji ser min hate xwarî
şîrê sipî ji endamêm di barî
Weku derya we ku ḱanî u ruber
şîrê nuye ne kelyaye xav u ter
We ku lehyek di derbü bi zor u xwrtî
Bi xara min devê meşka xwe girtî
Rengê endam di bu sist u dema nerm
Di gotî min ji te ev car di ḱim şerm
Bi bur li min ketim xewn u xeyalê
Ne suncê min belê gunhê hevalê..

Xurşîd Xelîl

[email protected]

Back to top button