Nivîskarê rojnama Îro îdia dike ku dê partiya desthilat, Ak-Partî bête girtin
Enqere – Li Enqere peytextê Tirkiye di siyasetêde van rojan xeberek li hemî derî digere lê kesek bi dengek bilind behsa vê xeberê nake. Îro nivîskarê rojnama ÎRO(Bugun) Adem Yavuz Arslan di nivîsa xwe de behsa vê xeberê dike. Dibêje Dadgeha Destûrî xwe ama de dike ku Ak-Partiyê bigre. Cara din dema doza girtina Ak-Partiyê hatî vekirin bi tesedufekî partî ji girtinê azad bû. Lê vê carê dê ji seda sed partî bête girtin.
Nivîskar dibêje ku dosya serdozger amade kirî çend rûpelin û ji bo girtinê wek delîl nûçeyên kijan rojnama hatîne nişandin jî kifşe. Li gora nivîskarê rojnama Îro, eger Ak-Partî bête girtin wê di serî de serokwezîr Erdogan û desteya serokatiya partiyê ji siyasetê bêne dûr xistin û heta 5 salan nikaribin tevlî siyasetê bibin û ev jî bibe sedemê ku desteya serokatiya partiyê nikaribe hilbijartinên sala 2011-ê de amade bibin.
Herkesek bi awayekî vê nûçeyê dinirxînê , lê ya herî girîng dema doza girtinê li dijê Ak-Partiyê hatî vekirin û dema DTP jî hatî girtin, serokê Dadgeha Destûrî Haşim Kilinç di axaftina xwe e bala hukumetê kişandibû. Kilinç di axaftina xwe de bangi partiyên siyasî dikir digot:Destûre heyî biguherin. Eger li gora destûra heyî doza girtina partiyên siyasî bê kirin û werê pêşiya me em mecbûrin li gora destura heyî biryara bidin.
Ev xebera rojnama Îro çikas raste ,çikas ne raste mirov nizane. Lê rastiyek heye ku muxalefet û gelek terafên statuqu parêz fikra girtina Ak-Partiyê bi zanebîn dixwazin bêxin rojeva siyaseta Tirkiye de.