Civak

Girtiyê doza KCK-ê zilamê MIT-ê derket

Rojenemevanê Ajans France Press Mustafa Ozer di doza KCK-ê de hate girtin û pişt re serbest hate berdan. Ozer li ser daxwaziya MIT-ê serdana Qendîlê kiriye û li gel berpirsên PKK-ê hevdîtin pêkanîne.

Rojnama Taraf êfadeya rojnemevanek îku di çerçova doza KCK-ê de hatî girtin dest xist û ew belav kir.

Rojnemevanê Ajans France Press Mustafa Ozer  di beşek êfada xwe de dibêje: Min li ba polisan êfada xwe daye , ew hemî rast e. Min êfada xwe li ba parêzerê xwe daye.Ez ji sala 2003+ê ve Ajans France Press de kar dikim. Hêja karê min berdewam e.Berpirsên Ajansê xwestin ku ez herim Qandîlê û weneyan bigrim û ji wê derê hinek nûçeyan rêbikim. Min ev yek ji bo kesekî ji asayişa Stanbulê re got û bi rêya wî min kesek ji MIT-ê re pêwendî danî. Hêdî min çûyîna xwe ya Qendîlê  li ser daxwaziya wî jî kir.Min weneyên li kampên PKK-ê girtîn û hemû agahdariyên ku min destxistîn, min radestê endamê MIT-ê kiriye.

Back to top button