Nivîsar

Rojnameya Özgür Gündemê

Herhal ji ser 20 sal derbas bûye.

Wê demê Mehmet Agar  “bi çêkirina hezar operasyonan” pesna xwe dida . Dîsa li cihekî di asteke bilin de bû Ağar. Rojnameya Ozgur Gundem şevekî hatibû bombekirin.

Sibetira wê rojê di nav me de Orhan Pamuk, Hale Soygazî, Lale Mansûr û Orhan Alkaya jî hebû, ku me  li Beyoglûyê rojnameya Ozgur Gundemêmê firotibû.

Ji ser ev qas wext derbas bû. Û,rojnameya Ozgur Gundemê ji bo mehek hat girtin. Bi rastî pêşveçûnek mezin e. Êdî bi bombeyan nateqînin, na firînin esmanan, bi tenê digrin. Yanî Tirkiye bi vî şiklî pêşveçûye.

Tû, tê û diçî , dîsa dibêjî: “ bila Kurd denge xwe denexin, ne axivin”

Ev polîtîka tu caran na guhere, carina zilama dalîqînin, carina bombeya diavêjin rojnameya, carina çapa rojnameya tê qedexekirinê û tu her tim dixwazî Kurda bê deng bikî.

Hûn ji ku derê binerî binerin, di bin fermana hikûmeta Tirki de nêzî 30 rojname hene. Ez nizanim çend televizyon, çend axaftger n ku devê wan nasekinin, carina ji aliyê AKPê ve, carina jî ji aliyê CHPê ve zimanên xwe dirêjî Kurdan dikin.

Jixwe dema mesele meseleya Kurd be AKPî, CHPî, MHPî dikevin heman refê.

Ev qas zilam, ev qas partî, ev qas rojname, ev qas televizyon, qûwetê li xwe nabînin û nikarin bersîva rojnemeyek a Kurd bidin.

Nikarin bejin “werin em guftûgo bikin” dibêjin “bila rojnameya Kurdan dengê xwe dernexe,bê deng bimîne”

Bêçaremayî ev yek e. Nehaqî, mirova wiha dixe bê çaretiyê

Qet ji min re qala “şîdeta PKKê” , ger hûn bibêjin rojnameya “Kurd aligirê şîdetê yê” ka rabin rojnameyên Tirka vekin û lê binêrin, di her rûpêlê rojnameyê de pesna artêşê dikin.Bi dehan mirov ji ber operasyonê dimrin, lê wek helbestên leheng û egîdiyê vedibêjin. Ji bo pêvçûnan, şîdetê, şerê li çepikan didin.

Wekî ev weşanên rojnameyên Tirk “ ma ne behs û pesna şîdetê ye”

We tu caran  dîtiye ku rojnameya Tirk ji bo ku  “ pesna li şîdetê daye”,  hatiye girtin ?

Hûn nabînin çimkî li ba me pesnkirina şîdeta Tirkan serbest e, lê ya Kurdan qedexeye.

Belê hûn neheqin, loma jî xwe şucdar hîsdikin.

Ahmet Altan

 

Taraf/Xeberênkurdî

Back to top button