Cîhan

Barzanî li Burgaristanê hevdîtinên girîng dike

Serok Komarê Bulgarîstanê: Gelê Kurdistanê şirîkê rasteqîneya me ne û em dixwazin me pêwendiyeke stratejîk li gel Herêma Kurdistanê de hebê

Li çarçêweya serdana fermiya Bulgarîstanê de, Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê li Sofyaya paytexta Bulgarîstanê ji aliyê Boyko Borîsof Serok Wezîrê Bulgarîstanê ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Li hevdîtinê de ku Wezîrê Derveyê Bulgarîstanê de jî amadebû hejmarek mijaran guftûgo kirin. Girîngtirînên wan alîkariya aborî û veberhênana li navbera her du aliyan de bi taybetî li warên av, bendav, çandin û geştuguzarê de bû.

Serok Wezîrê Bulgarîstanê amadehiya welatê xwe ji bo hevkariya Herêma Kurdistanê ya li van waran de derbirî û got: Piştgiriya kompanyayên welatê xwe dikîn ku serdana Herêma Kurdistanê bikin û em dixwazin pêwendiyeke stratejîk li gel Herêma Kurdistanê dirust bikîn.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî got: Me hez û daxwazeke zêde heye ji bo pêşxistina pêwendiya li gel Bulgarîstanê bi taybetî li warên çandin, uze(enerji), av û bendavan de. Li dawiya hevdîtinê de biryar hate dayîn civîn û serdanên pêşde û li derfetekî nêzîk da li ser asta pîsporên her du aliyan bête encamdan.

Her îro pênçşem birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Rusîn Bilênî Lîêf Serok Komarê Bulgarîstanê ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Li civînê de behsa pêwendiya dîrokiya di navbera her du gelên Bulgarîstan û Kurdistanê kirin. Her wiha behsa hevkariya di navbera her du aliyan li warê Bank, Tendirustî û Xwendina Bilind de kirin. Serok Komar got: Me beşdariyê li rizgarkirina Iraqê de kir û bi wê navê jî me qurbanî daye.

Li beramber da Serok Barzanî got: Ji bo beşdarî kirina we ya rizgarkirina Iraqê de spasiya we dikîn û me rêz û hermeteke mezin ji bo qurbaniyên we heye, ku encama wan qurbaniyan bûye sedema wê yekê gelên Iraq û gelê Kurdistanê li azadiyê da bijîn.

Her wiha li vê civînê de Serok Komarê Bulgarîstanê got: Gelê Kurdistanê şirîkê rasteqîneyê mene û em dixwazin me pêwendiyeke stratejîk li gel Herêma Kurdistanê hebê û Kurdistan jî bibê derbasgehek ji bo hemû Iraqê.

Li mijareke dinê civînê de Serok Komar balkişand li ser wê yekê ku Bankekî Bulgarî – Emerîkî li Sofya heye û niyaz wiha ye leqekî xwe li Hewlêra paytext veke.

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo wan hemû girîngdanên bi Herêma Kurdistanê spasî Serok Komar kir û bi awayeke fermî Serok Komar û Serok Wezîr dawet kir ku serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Her li çarçêweya serdana îro de birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Mola Dînêv Wezîrê Derveyê Bulgarîstanê ve bi germî hate pêşwazî kirin û li civînê de behsa rûdawên navçeyê û bandora wan ya li ser Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û Wezîrê Derveyê Bulgarîstanê behsa wê yekê kir ku heta dawiya îsal welatê wan Balyozxaneya xwe li Iraq û Konsolxaneyekî Giştî jî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê vedike û demeke nêzîk de jî Wezîrê Bazirganî ji bo pêşxistina zêdetirê pêwendiyan serdana Herêma Kurdistanê dike.

Li beşekî dinê civînê de Wezîrê Derve behsa serdana xwe ya Herêma Kurdistanê ya berê kir û sersamiya xwe bi wan pêşketinan derbirî ku bi pêkhatine û daxwaz kir pêwîste zêdetir girîngiyê bi vê Herêmê bidin.

Her îro pênçşem li çarçêweya serdana fermiya Bulgarîstanê de birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xanim Têtsîka Taçîvay Seroka Parlemena Bulgarîstanê ve hate pêşwazî kirin û li civînê de dûpat li ser dirustkirina pêwendiya di navbera her du Parlemen, Parlemena Kurdistan û Parlemena Bulgarîstanê kirin.

Her wiha Serokê Parlemena Bulgarîstanê xweşhaliya xwe derbirî ku %30 endamên Parlemena Kurdistanê jinin û balkişand li ser wê yekê ku eve jî nîşaneke baş ya li ser rewşa jinan li Herêma Kurdistanê dide.

Serok Barzanî li beramber da got: Me jî pê xweşe pêwendiya me hebê, bi taybetî ku em her du alî li jêr destê rejîmên dîktatorî ve rizgar bûne, ji bo wê yekê pêwîste zêdetir nêzîkî hevdû bibîn.

Back to top button