Polîtîk

PDK û YNK civiyan

Li gora nûçeya Kurdistan Tv, her dû mekteb siyasiyên partiya demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê civiyan û di vê civîna han de çend babet û mêjarên girîng hatin nîqaşkirin.

Rewşa Îraqê: Xelkê Kurdistanê û yê Îraqê bi giştî çend sale bo damezrandina Îraqeke nû û demokratîk ku, tevahiya pêkhateyên olî û siyasî tê de beşdar bin û ti pêkhate anjî ti kemîneyek neyê perawêzxistin xebat û têkoşîn kiriye.

Tevahiya firir û îdiolojiyên heyî yên di nava çarçoweya pergala siyasî ya Îraqê de piştî hilweşandina rejîma Besê xwedan roleke girîn bûne û niha jî ev rola han didomînin, lewre pêwîste di her warî de bi taybetî di warê îdare kirin, biryardan û birêvebirinê de bi awayekî pratîkî jî beşdar bin û neyên perawêzxistin û bi vê rengî dibe were îsbat kirin ku, Îraq yê tevahiya pêkhateyên xwe ye.

Ti aliyek siyasî anjî olî bi tenê nikare Îraq birêve bibe û Hikûmeta niha ya Îraqê jî di encama lihev kirin û tewafoqa her sê pêkhateyên sereke yên Îraqê de hatiye damezrandin.

Rewşa Kurdistanê: di civîna han de her dû mekteb siyasiyên han rewşa Kurdistanê bi berfirehî şîrove kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste tevahiya hewldan û lêv û tevgerên heyî ji bo yek xistina nav mala Kurd, bihêztir kirina çanda hevûdû qebûl kirin û bihevre jiyanê bin.

Her di vê derbarê de her dû mekteb siyasî tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste tevahiya aliyan li ser cîhbicîh kirina madeyên destûrî û xalên peymanên îmzekirî yên bi aliyên siyasî yên Îraqê re bi îsrar bin.

Kabîneya 7an: di berdewamiya civînê de her dû mekteb siyasî behsa damezrandina kabîneya 7an ya Hikûmeta Kurdistanê kirin û diyar kirin ku, pêwîste her kes û alî piştgîriya kabîneya han bike û kabîneya nav hatî jî bi awayekî baştir û berfiretir xizmeta xelkê Kurdistanê bike.

Bûyer, Guhertin û Rewşa welatên Derdor: di dirêjahiya vê civîna han de behsa bûyer, rûdaw û guhertinên heyî yên li Deverê û hin welatên derdor jî hate kirin û bandore wan guhertinan li ser Îraqê bi giştî û li ser Kurdistanê bi taybetî hate ravekirin.

Her di vê mêjara han de behsa rewşa Sûriyeyê û meseleya Kurd û beşdarî kirin anjî beşdarî nekirina aliyên Kurdî di nava opozisyona Sûriyeyê de jî hate nirxandin û meseleya wekêşandina aliyên Kurdî ji civîna opozisyonê ya ku, li Îstenbolê hatibû lidarxistin jî hate nîqaşkirin û her dû alî careke din piştgîriya xwe bo mafên reva û netewî yên Gelê Kurd li Sûriyeyê de dûbare kirin.

 

Back to top button