Giringiya Ehlaq di siyaseta Kurdan de!

Gelek cara di siyasetê de mijara Ehlaq jî tê gotubûj kirin, Ehlaq di lepta insana û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek cara insan li gora vê lepta rojane di civatê de bi awayekî tê nasandin. Pêwendiya Ehlaq û siyasetê gelekî bi hêz e . Mimkine ehlaq di hinek civatan de li gora taybetmendiyê civatê jî di ware jiyana rojane de di nava xwe de hinek guhertina peyda bike. Lê tê zanîn ku kesayeta siyasetmedara jî wek her kesekî di civatê de pêwendiyek bi hêz ehlaq re heye.

Taybetî di siyaseta Kurdistanê de gelek cara dema behsa jîrbûn yan jî jêhatina siyasetmedarek kî tê kirin, dirustî,rastgotin û helwestên bi istiqrar destê yekem de wek pîvan nayê girtin. Kesê karê xwe rêve bibe, îro tiştekî bêje û sibehî berjevaciyê tişta gotî helwestekî deynê hole û fehlbaziyêû bike gelekî nayê nirxandin û di kesayeta wî/wê siyasetmedarî de wek pîvan nayê qebûl kirin. Ev yek bi xwe dibe sedem ku gelek helwestan de pirsa ehlaq dersikev pêş. Yanî bi awayek din jîrbîn di siyasetê de ne derew û û gotinên bê binyatin. Taybetî dema aliyek siyasî dezenfarmasyona bi zanebûn yan jî wek tektikek siyasî radigihîne,ew ewil himber civatê leptek bê ehlakî dike û piştre jî li himber hemû nirxên insanî bê ehlaqiyê dike.

Rewşa Kurdistanê li herçar beşên Kurdistanê kifşe. Li bakur hevce nake ku mirov behsa rewşa heyî bike, ji ber ku dilê mirov diêşe. Lawazbûna hestên netewî mixabin encama siyasetek çewt nekurdistanî ya zêdeyî 30 salane. Yanî bi awayek vekirî bi navê kurdeyatiyê bi dengên Kurda hizrên netewî ji nav birine û gelekî lawez kirin.

Heman ziyniyeta li bakûr tevgera Kurd ji netewiyetê dûr xistî, li rojhilatê Kurdistanê, rojava û başûrê Kurdistanê jî di qonaxa em têre derbas dibin pirsgirêka herî mezin e.

Li Kurdistanê îdeolojiyên cuda hene, kêm zê de cudahî di nava partî û aliyên siyasî de carê zêde û carna jî kêmin, her partiyek yan jî aliyek li gora xwe li ser rêbazekî tevgera xwe rêve dibe. Ev yek tiştek gelek normale û di encam de doza mafê neteweyek bindest dikin.. Bûyerên di van 10 salên dawî rûdayî û taybetî rewşa başûrê Kurdistanê da xûyakirin ku, kurd jî weke her miletekî dikarin bibin dewlet û gihatine astekî de dewleta xwe ragihînin. Referanduma serxwebûna Kurdistanê de , ev yek bi awayekî hate tescîl kirin.

Di rastiya xwe de bûyerên di dîroka siyasî ya Kurdan de îspatkiriye ku, ji bilî dewletbûnê, tu formilek din, jiyana kurda di welatê wan de bi awayek azad garantî nake. Yanî hatiye îspatkirin ku, tenê dewletbûn dibe demana jiyanek azad û mirovane ji bo  Kurdan.

Kurd di nava dewletên hov de hatiye dabeşkirin. Tu cara civatek demokratik yan jî xwedî tolerans di van welatan de nebûye û nabê jî. Li başûr me hemûyan dît ku piştî referanduma serxwebûnê, çewe dagirkera hemû hêza xwe kir yek û bi hovana êrîşê Kurdistanê kirin. Welatên dagirker heta pirsgirêka welatê ku dagir kirî çareser neke, tu cara ew nikarin bibin welatek demokratik yan jî civatek azad pêkbînin.

Eger kurd bibin xwedî dewlet, kurd jî xilas dibin û gelê welatên Kurdistan dagirkirîn jî, ji xwere xilas dibin. Heyne heta heta yê dê gelên welatên dagirker jî di bin desthilatên diktarot de binalin.

Îro li Kurdistanê du rêyên siyasî li pêşîya me hene. Yanî kurd li ser duriyanekîne.

Yek jê rêya dewletbûnê ye, ya dijî rêya astengkirina dewletbûnê ye. Bê ku em tu nava bidin, her kurdek û her siyasetmedarek vê yekê dibîne û dizane. Ji ber ku herdu ali jî niyeta xwe vekirî dibêjin.

Li vê derê helwesta siyasi de, pirsa ehlaq derdikeve holê. Eger tu li gora hizra xwe di vê duriyanê de rêyekî hilbijêrî û li gora wê xwedî helwest bî, tu bi ehlaqî. Lê eger tu ne li gora bîr û baweriya xwe li gora berjewendiya xwe ya bi hemû awayî di vê durêyanê de rêya berjewendiya bigrî û li ser rêve herî, tu bê ehlaqî. Yanî yên vê dikin kesên oportonistin(Firsetçîne).

Di encam de siyasetê de du rê li pêşiya mene ,Yan dewletbûn yan jî ………?  vêca herkesek li gora xwe bila bi nav bike .

28.12.2020

Dara Bilek

Nerîna min :