CivakRojev

Çekdarên Lahor Cengî xwepêşanderên Silêmaniyê kuştine

Endamekî fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanêda xûyakirin ku,, ew kesên gule li xwepêşandanên vê dawiyê yên li Silêmaniyê berdane grubekê çekdarûn girêdayê Lahor Cengî e.

Ev demeke serdestê taxima xwefiroş a 16ê cotmeha 2017ê ya nav YNKê de bo polemîk çêkirinê serdana mala wan kesan dike ku di xwepêşandan û tundiyên li Silêmaniyê de bi destê çekdarên wî ve hatine kuştin.

Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Hîkmet Mihemed ku heman demê de endamê lijneya lêkolînê bû derbarê bûyerên vê dawiyê yên li Silêmaniyê ji BasNewsê re ragehand, li gor pêdeçûna wê lijneya me ya derbarê xwepêşandanên Silêmaniyê û deverê de, ‘’Derket grubekî çekdar a ser bi Lahor Cengî gule li xwepêşanderan berdaye û xelk şehîd kirine.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Belge di dest xelkê de heye ku çawa bi şev xelk kuştine û bi roj jî bo wan giriyane.’’

Li gor heman parlamenterî ku divê xelk bizane taxima xwefiroşa Lahor Cengî hêz ji hin cîhên din vekêşane bo Silêmaniyê, ku xwepêşanderan bikujin, naha jî siyaset û polemîkan li ser çêdikin û diçin malên wan.’’

Back to top button