
Li gundê Roboskî yê ser bi Qilabanê ve li parêzgeha Şirnexê, roja 28ê Kanûna 2011an xelkê gund ku ji bo dabînkirina debara jiyana xwe li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê kar dikirin bûbûn armanca êrişa firokeyên şer ên Tirkiyê.
Di encamê bombebarana firokeyên Tirkiyê de 34 hemwelatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn ku piraniya wan zarok bûn
Salane malbatên qurbaniyên komkujiya Roboskîyê ji bo kesûkarên xwe bi bîrbînin rewrisma li dartêxin.
Di wê deme de PKK/HDPê pirsa Roboskiyê kirin wek babetek a propagandeya xwe û heta wek îro vê helwesta xwe berdewam dikin. Rewrisma îsal pêkhatî de,cara yekem hevseroka HDPê Pervîn Buldan, li xwe mikur hate û da xûyakirin wan bi awayê pêwist girîngi nedane dosyayên Komkujiya Roboskî û ji bo vê xemsariya wan jî heta wek îro lêgerina xelkê Roboskiyê ya dadê negihatiya armanca xwe.
Perwîn Buldan di vê derbarê de Baroya Şirnex tawanbar kir û da xûyakirin ku, sedemê xemsariya Baroya Şirnex di vê dozê de adalete cihê xwe negirtiye.
Lê serokê Baroya Şirnex Nûşêrvan Elçî di cih de bersiva Buldan da û derewa Buldan eşkere kir. Herweha Elçî dibêje ku, HDP doza Roboskiyê neşopand û ew bûn sedemê red kirina dosya ROBOSKI di dadgeha mafê mirovan a Ewropa de.
Ji aliyek din ve dema balefirxaneya Şerefetin Elçî li Şirnex hatî vekirin, hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş heyetek malbatên qurbaniyên Roboskî dibe ba Tayib Erdogan û di balefirxaneya Şirnexê malbatên qurbaniyan tevî Demirtaş civînekî li gel Erdogan pêktînin. Ji xwe piştî vê yeke HDPê pişta xwe da doza ROBOSKî yê.
Piştî vê hevdîtine gelek kes îdia dikin ku Demirtaş û HDPê doza ROBOSKî firotên dewletê. Ji xwe heta wek îro jî di hemû rewrisman de HDPê û PKKê doza ROBOSKÎ kirin wek şovek siyasî.
Di vê yeke de kemasîyên malbatên qurbaniyên Roboskî jî hene . Gerek wan doza xwe radestî HDPê nekiran û rê nedan ku kesek li ser xwîna zarokên wan siyasete bike.