Geşta Amerika – Kurdistan hate encamdan

Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê pêşwaziyê li geştekê hêla asmaniya Misrî kir ku raste rast ji Washingtona Amerîka ve hate Hewlêrê.

Li gor daxuyaniya Balafirxaneya Hewlêrê, firokeya dîplomatî û cûreya Boing 9-787 buye.

Her wiha balkişandine li ser wê yekê ku ev geşta raste rast nêzîkî 10 demjimêr û 33 xulekan domkiriye û yekemîn care li dîroka Balafirxaneya Hewlêrê, geştekê raste rast ji Amerîka ve tê rêkxistin.

Li vî derbarî de TelarFayeq Birêvebera Giştî ya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ragiandiye: “Ji bilî wê yekê ku li vê dema dijwar ku niha têda derbas dibîn, eve li dîroka geşbûna firokxaneyê û herêma me xalekî girînge. Eve yekemîn geşteke bi vî awayî ye, lê belê li cem me ciheke xwe yê dîrokî dibe”.

Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê li rûyê geştên bazirganiyê ve li gor biryarekê desthilata Firokevaniya Şaristaniya Iraqî heta rêkefta 22/05/2020 hatiye girtin.

Nerîna min :