Kultur

Unicef pesnê Kurdistanê dide

Li daxuyaniyek de Unicef li malpera xwe ya fermî de balê kişandiye li ser wê yekê ku nêzîkî yek milyon û 500 zarokên li polên yek heta 12 programa xwendina wan li rêya kanalekî asmanî ve hatiye amadekirin.

Unicef bi girîngiyê ve behsa kanala Perwerde dike û nivîsiye kanal bi zimanên Kurdî, Erebî û Siryanî karên xwe pêşkêş dike û sûd ji bo wan xwendekaran heye ku destê wan nagihe înternetê. Her wiha hişyarkirina xwendekaran ya di derbarê virusa korona û çawayiya xweparastinê jî bi karekî pêwîst û girîng dizanê.

Li gor zanyarî û hûrgiliyên Unicef girtina xwendingehan bandorê li ser 10 milyon xwendekarên li Iraqê kiriye.

Back to top button