Cîhan

Li paytexta Korona 32 roje kes pêketiyê Koronayê nebuye

Li bajarê Wuhan a Çînê ku wekî paytexta Korona jî tê nasîn, ew cihe ku yekemcar virusa Koronayê têda belavbû, eve 32 roje hîç pêketî û tûşbûyekê nû yê Koronayê têda nehatiye tomar kirin.

Rewşa bajarê Wuhanê niha bi tevahî normal û asayî bûye û bazar û cihên giştî hatine vekirin, xelk diçin derve, lê belê pêgiriya rêkarên xweparêziyê jî dikin.

Her wiha roja çarşemê dergehên xwendingehan hatin vekirin û niha xwendekarên amadehiyê vegeriyane xwendingehan. Heman demî de hemû xwendekar rûpêç û maskeyan bi ruyê xwe ve pêçandine û rojane jî pileya germiya laşên wan tê pîvandin.

Back to top button