Gergerî madalya Barzanî wergirt
Mahmut Gergerî kadroyek yê partiya Demokrat a Kurdistanê kevne. Gergerî sala 1973-ê tevlî refên PDK-ê bûye û heta wek îro bi gelekî aktîf kar û xebatê dike. Mahmut Gergerî pêşmergetî kiriye û herweha demek dirêj partiya xwe li welatên din temsîl kiriye, kar û barên PDK-ê li welatên din pêkaniye. Niha jî Gergerî nûnêrê PDK-ê li welatê Suriye.
Mahmut Gergerî kesayetek di karê xwe de xwedî insîyatîfe û gelek taybetmendiyên wî yên kesayetî hene.Ji bo vê yekê jî her demî karê xwe gelek serkeftî pêkanîne û partiya xwe li devêra lê bi awayek baş temsîl kiriye. Ji bo kesayeta wî û kar û xebata wî gelek caran bûye armanca erîşên dijminên doza wî û partiya wî.
Kongreyê 13-ê ya PDK-ê, kongreya guhertin û nûbûnêyê. Ji bo vê jî kongreyek gelek girênge û ji bo partiya Demokrata Kurdistanê dibe destpêka pêvajoyek nû. Di vê kongreyê de, Serokê PDK-ê Mesud Barzanî, Mahmut gergerî bi madalya Barzanaiyê nemir xelat kir. Ev berhemên xebata Gergerî ya çendên salane. Gergerî dibêje ev ji min re ji her tiştekî bi rûmetire û ez layiqê vê xelata bi biha hatime dîtin.
Di vê derbarê de Gergerî got: Rastî di gavek halê de mirov nizanê çi bêje. Lê xelatkirina bi madalya Barzaniyê nemir, ji bo min xeleta herî mezine. Ez niha baş dibînim ku ev berhemên xebata me ji bo doza meye. Bê goman ev yek di jiyana min de tiştek gelek girînge û heta ez li jiyanêbin ezê bi şenaziyê bi vê xelatê bikim. Gelo ma tiştek ji vê mestir û girîngtir ji bo kadroyekê yê rêça Barzaniyê nemir heye.