Civak

Çend xebatkarên Kurd xeleta Madalyaya Barzanî wergirtin

Di nav dêrendazên kongireya 13. a Partîya Demokrata Kurdistanê de, medaliyaya Barzanîyê nemir ji çend xebatkarên kurd re hat pêşkêşkirin.

Doh piştî ku reportên komîteyên kongireya 13. a PDK hatin pêşkêşkirin, gengeşe li ser encamên ewan reportan jî hatin kirin.

Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî careka din û bi koma dengan, bû serokê PDK û Nêçîrvan Barzanî jî bû cihgirê serokê PDK.

Piştî hîngê, xelata medaliyaya Barzanîyê nemir ji çend pêşmergeyên şoreşa Eylûlê û şoreşa Gulanê re hat pêşkêşkirin.

Herweha, xelata medaliyaya Barzanîyê nemir ji çend kesên xebatkarên kurd re hat pêşkêşkirin û ji wan jî, Leyla Zana, Mam Hêdî yê helbestvan û Wecîh Barzanî bûn.

 

PNA

Back to top button