Civak

Zextên rejîma Suriyê li rojavayê Kurdistanê

Piştî ku Almanya, serê sedsala derbasbûyî, bidestxistina mafê danîn û kişandina xeta trena navbêna Bexdad-Istanbulê ji Osmanliya girt, dest bi kar û xebatê kir û xeta Trênê ya Baxdadê ku beşek ji ”Expresa Rojhilat”e, ji çûn û hatinê re vekir.

Di dawiya şerê 1 em yê Cîhanê de, tixûbên Rojhilata navîn ji nû ve hate kişandin, sînorê imparatoriya Osmanlî hate diyarkirin û Kurdistan jî di nav çar dewletan de hate pervekirin, perçekirin. Li gorî sînorên îro, xeta trêna Baxdadê ku di sînorê Turkiyê û Suriyê re derbas dibû, weke sînorê herdu dewletan hate pejirandin.

Perçekirina xaka Kurda bandorek neyênî li Kurda kir: Malbat, xizm û dost bûn du (2) beş, di nava herdu aliyên sînoran de perçe bûn. Zext û zilma li ser gelê Kurd zêde bû. Çandina mayînên li ser sînor, bicîhkirina hêzên leşkerî li ser xetê, kişandina têl û danîna xefka li pêşiya mirovan, kûştina kesan li ser sînor anjî seqethiştina wan tenê beşek ji xebatên rejîmên dagirker in ku, Kurda ji hev dur bixînin, têkiliyên wan ji hev qût bikin û rê ji asîmîlekirinê re vekin.

Îro Kurd weke ku xaka wan perçe nebûye, ji navê dewletan bêhtir, aliyê rojava bi ”binya xetê” û yê bakur jî bi ”ser xetê” binav dikin.

Nifusa Rojavayê Kurdistanê liderûdora 2.5-3 milyon kesan e, anku ji % 12 rûniştvanên li Suriyê Kurd in. Beşek mezin ji aboriya Suriyê ji dewlemendbûna sererd û binerd yên Kurdistanê, weke neft û çandiniyê pêk tê. Rejîma Sûriyê hebûna gelê Kurd înkar dike. Zimanê fermî li Suriyê erebî ye û Kurdî qedexe ye.

Jiholêrakirina mafê hemwelatiyê

Piştî şerê duwem yê cîhanê, pêla neteweperestiya ereban li Suriyê xurt bû. Rêvebiriya kolonial ya Fransî li Suriyê berpirisyariyên xwe di sala 1946 an de teslîmî nasyonalîstên ereban li Suriyê kirin. Kurd di despêka îlankirina serxwebûna Suriyê de ketin ber pêla êrîşên ereban. Di sala 1958 an di rêvebiriya serok Cemal abdul Nasir, anku di dema hewildanên yekîtiya ereban di navbêna Misir û Suriyê pêk dihat, plana erebkirina Kurda/Kurdistanê dest pê kiribû.

Di sala 1962 de bi projeya hejmartina hemwelatiyên Suriyê ”Mashroo al-ihsaa”, mafê hemwelatiyê ji Kurda hate girtin û 250 hezar Kurd ji hemwelatiya Suriyê hatin derxistin û navê 150 hezar Kurda jî ji qeydên nifusê hate derxistin, anku bi peyva wan ”mektum” man. Li gorî qanûna Suriyê, kesên ku girêdana xwe bi welêt ve ne xurt be nikare bibe hemwelatiyê Suriyê. Rejîma Suriyê çi girêdana Kurda bi welêt ve nabîne, lewma Kurdên rojava bi fermî  ji mafê sihet, perwerdê, zewac û gera bi azad, bêpar hatine hiştin. 

Projeya kembera erebî û erebkirina herêma Kurda

Kembera Erebî ”Alhizam alarabi” projeya rejîma Suriyê ye. Armanca wê erebkirina rojavayê Kurdistanê ye.

Cunta leşkerî ya beasên erebî li Suriyê, 1973 de li ser tixubên Suriyê û Turkiyê dest bi kar û xebatên xwe kirin. Dewletê dest danî ser mal û milkên Kurda yên li ser sînor û teslîmî ereban kirin. Paşê çekên giran dane erebên li ser sînor û ew bi hêz kirin. Rewşa çandînî û xwedîkirina sewêl ji bo Kurda dijwar kirin û mecalên baştir pêşkêşî ereban kirin.

1973 an de, rejîma leşkerî ya Suriyê, rewşa awarte li Kurdistanê îlan kir. Ji wê demê heta niha rojavayê Kurdistanê bi rêya qanûn, dadgeh û rêvebirên leşkerî tê îdarekirin. Rewşa awarte her sê (3) mehan carekê tê dirêjkirin.

Deklarasyona 49 an ya serokomarê Suriyê

Zext û zilma rejîma Suriyê ya li ser Kurda bi deklerasyona 49 an dijwartir bû û mercên jiyanê li Kurdistanê bi sînor kir. Neteweyên yekbûyî-NY li herêmê hatiye rewşek wisa ku ji bilî beyanên fermî pê ve çi karekî din nake. Hebûn û nebûna YN li herêmê cihê niqaş û pirsê ye.

Kesên ku ji bo mafê mirovan dixebitin, eşkere têne girtin, zîndanîkirin û îşkencekirin. Di demên dawiyê de kesên tenê girtin winda ne û çi kes nikare li aqîbeta wan bipirse. Parêzer nikarin mudaxelya daweyan bikin û li Kurdistanê bêqanûnî di hemû karan de pêk tê. Siyasetvanên Kurda têne girtin, heqaret li wan tê kirin û di zindanan de têne îşkencekirin. 5 hêzên ewlekariya dewletê li Rojavayê Kurdistanê kar dikin û hemû şêweyên hişkî û neheqiyan li xelkê dikin.

Piştî têkçûna rejîma Sadam Hisêyn li Iraqê, mudaxeleya Emerîka û piştgirên wê li herêmê, Kurdên rojava jî ji bo ku nerazîbûna xwe li hemberî kirinên dewleta Suriyê bi şêweyekî aştiyane û bi rêya xwepêşandanan bihênin zimên, di 12 adara 2004 an li hinek deveran derketin kolanan û dengên xwe bilind kirin. Rejîma Suriyê bi hêzên ewlekariyê, bi hîsên kîn û tol barkirî provakisyonên mezin pêk anî û êrîş bir ser Kurda. Buyer bi kuştina hejmarek Kurda bi dawî hat.

Di 10 îlona 2008 an de, Serokomarê Suriyê Beşar el Esad deklerasyonek taybetî pejirand. Bi vê deklerasyonê mafê Kurda, ji bo kirêkirin û firotina erd, xanî û milka li Kurdistanê bi giştî hate kontrolkirin, sînorkirin û rakirin. Deklerasyona nû mafê Kurda û jiyana li ser xaka bi sînor dike û berê wan dide koçberiyê. Ji dema deklerasyon hatiye îmzekirin heta niha, ji % 20 Kurda ji Kurdistanê bar kirine.

Koçberiya Kurda ber bi Lûbnan û Ewropayê zêdetir dibe. Rewşa jiyana Kurdên ku li bajarê ereban, mîna Şamê dijîn dijwartir dibe. Ereb berê Kurda didin derveyî bajêr û wan mecbûr dihêlin ku di kona de jiyana xwe bidomînin. Ji 2008 an heta niha bi 10 hezaran Kurd li derveyî bajarên mezin, di konan de jiyana xwe di bin mercên dijwar de didomînin. Ereb bi çavê qereçan li Kurda dinêrin û wan biçûk dibînin, heqaretê li wan dikin.

Ji bo ku pirsgirêka Kurda li rojavayö welêt û Suriyê piralî bê ronîkirin, sedema deklerasyona 49 an ya serokomar û kembera erebî, bê hemwelatî û kitim hiştina kurda bê fêmkirin, di 12 sibata 2011 an li Stockholmê konferansek navnetewî ji aliyê Kurdocide Watch-CHAK ê tê lidarxistin. Di konferansê de dê pisporê pirsê agehdariyên berfireh pêşkêş bikin û hêzên siyasî dîtina xwe bihênin zimên. Hêviya me ew e ku di dawiya konferansê de, em li ser pêşniyazên çareseriyê kur bibin û beyana encamê ji bo çareseriyê pêşkêşî raya giştî, hikumeta Suriyê, hêzên însanî û siyasî li cîhanê bikin.

Armanca me ew e ku, rejima Suriyê siyaseta xwe ya li ser kurda bide guhertin, rêz û hurmet ji mafê Kurda yê însanî re bigre.

Daxwaziya me ji tevayê dezgehên însanî û siyasî ev in:

– Ji bo serkevtina konferansê têkiliyê bi me re deynin û pêşniyazên xwe pêşkêş bikin
– Ji bo parastina mafê mirovan yê Kurdan têkiliyê bi me re deynin, anjî deriyên xwe yên têkiliyê ji me re vekin da ku em karîbin bi hev re li ser noqteyên hevkariyê dest bi danûstandinê bikin
– Ji bo mafê Kurda yê mirovan û nêzîkbûna Suriyê bê ronîkirin , ji bo hilweşandina deklerasyona 49 an, û bipaşdayîna mafê hemwelatiyê, zexta xwe ya li ser rejîma Suriyê zêdetir bikin.
– Divê zexta li ser girtiyên Kurd di zindanên Suriyê de bi dawî were.

Di vê çarçoveyê de em, bi nûnerên Olof Palme International Center, Partiya Moderat, Partiya Keska, Partiya Çep, Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Mesîhiyên Demokratan li Swêdê hevdîtinên fermî pêk hatin. Civîn bi erênî derbas bûn.

Civînên CHAK ê bi dezgehên navnetewî re didome. Em ê li ser hevdîtinan raya giştî bidin agehdarkirin.

Dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK di sala 2011 de hejmarek rêzeçalakî li ser pirsê dê li seranserî Ewropayê plan kirine. Her wisa em ê li ser pirsê xwestinên xwe yekser bighêjînin Rejîma Suriyê ji bo ku siyaseta xwe bide guhertin.

Gelek spas ji bo dostên me ku eleqata ji dil nîşan didin û  ji bo hevkariyê gavên pêwîst davêjin.

Bi me re bin, piştgiriya xebata me bikin. Hevkariya bi we re û piştgiriya we xebata me bilind dike û me bihêztir dike.  15/12-2010

Kurdocide Watch – CHAK

Amadekar:

Azad Heyder                          Gabar Çiyan
Kordînatorê CHAK Rojava        Cigirê Serokê Navenda CHAK ê

Back to top button