Polîtîk

Ensarîoglu: Divê şer nemîne

Serokê odeya pişesazî û bazirganiya Diyarbekirê Galip Enserî Oglu li ser rewşa çareseriya pirsa kurdl li Tirkiye tevlî konferansekî bû. Ev konferans ji aliyê Komkarê ve hatibû amadekirin û babetê konferansê li ser rolê dezgehên sivîl di çareseriya pirsa kurd de çibû.

Konferans tevlîbûna xelkekî  gelek pêkhat û Ensarîoglu di konferansê de dîtinên xwe û rolê dezgehên sivîl yên kurd da kifşkirin.Ensarîoglu da xuyakirin ku li Diyarbekirê nêzikî 200 dezgehên sivîl hene û dema pêwistbe ev dezgeh di derbarê pirsa kurd de dengên xwe bilind dikin. Ensarîoglu da xuyakirin ku cihê çareseriya pirsa kurd parlementoye.

Dawiya konferansê de serokê Komkarê Kovan Amedî gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de da xuyakirin ku, dê ew civînên bi vî cureyî berdewam pêkbînin û spasiya amadevanên konferansê kir.

civin_komkar_291343913.jpg

Back to top button