Îroj

16'ê Berfanbar

16’ê Berfanbar

Di sala 1959’an û di rojekê wekê îroyê de 50 rewşenbîrên Kurd hatin girtin û ev bûyer di dîrokê Kurdan de wek buyera 49’an hatiye binavkirin.

Di 14ê Tîrmeha 1959’an de li Kerkukê grûbekî Tirkman ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine kuştin. Li dijî vê rewşê MÎT’a Tirk pêşniyarek anî û ji bo 2 Hezar û 500 rewşenbîrên Kurdan re cezayên tenkîlê hatiye rojevê û di encamê de 49 rewşenbîrên Kurd bi cezayên îdamê re hatine darizandin. 

Dema darizandina 49 rewşenbirên Kurd berdewam bû di 27ê Gulana sala 1960’an de li Tirkiyeyê darbeyekî dî bû û rewşenbîrên Kurd digel vê darbeyê hêviya serbest bûyînê kirin lê piştî demekî kin pirrê wan serbest hatin berdan û di sala 1965’an de darizandina 49’an bidawî bû û ti kes ji wan ceza negirtin.

Çend ji wan ev in :

Musa Anter ,Sait Kırmızıtoprak , Şerafettin Elçi , Naci Kutlay , Selim Kılıçoğlu, Kemal Burkay, Yılmaz Çamlıbel, M. Ali Dinler, Şahabettin Septioğlu, Sait Elçi, Ziya Şerefhanoğlu, Necati Siyahkan, Örfi Akkoyunlu, Canip Yıldırım, Halil Demirel, M. Nuri Direkçigil, A. Efem Dolak, Ferit Bilen, Feyzullah Demirtaş, Mustafa Ramanlı, Sait Bingöl, Emin Kotan û Mehmet Özer

Back to top button