Serok Barzanî: Divê em hizbayetiya xwe bi eşq û bi rêkûpêkî bikîn

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Hevalên birêz û delal

Xuşk û birayên ezîz

Pir bi dil spasî we hemûyan dikim ji bo vê baweriya ku we bi min da, ji bo min cihê şeref û pêzanîneke mezine, şerefeke mezine ji bo min û ji bo her kesek ku li vê partiyê de endam bê, ji ber ku hizba berxwedan û fedakarî û merdayetî û şehîdperwer û nîştimanperweriye, hizba qehremanperwere, hizba Barzanî ye. Divê Partî bi erk bizanîn ji bo xizmetê gel ne ku wesîleyek ji bo jiyanê, jiyana her endam û her kadireke vê hizbê çend xweş û bextewer bê, ji bo me serbilindiye û şanaziye, lê belê careke din dibêjim: Hizbayetî divê wesîleyek bê ji bo xizmeta gel û nîştiman. Ji bo min şerefeke mezine ku hûn vê baweriyê bi min didin, lê belê xweşhaliya min eweye ku sêzdehemîn kongreya Partiya me gelek bi rêkûpêkî destpêkir û mijule bi dawî jî bibe. Ji hemûyê xweştir her li roja hilbijartina nûnerên kongreyê ve, vê carê min hest kir cûdahiyeke yekcar gelek mezin ji berê hebû. Birastî ew kadirên ku hatin hilbijartin ku kadirê hizbêne, ne meseleya xizmayetî, ne eşîretgerî, ne navçegerî tu bandora xwe nekir, beşa herî zêdeyê kadiran ew kadirên ku ji aliyê qa’îdeya hizbê ve delalin û cihê hêviyêne. Eve ji bo min cihê xweşhaliyê bû. Sedema duyem ku ez gelek pê xweşhalim, li dema guftûgokirinê da min serdana hemû lîjneyan kir, birastî yek dinya min dilxweş kirin, ew guftûgoyên ku min bihîst û ew asta bilinda ku gencên me pê gihiştîne gelek kes wiha digot ku genc li nav Partî da kême, xwedê zêde bike ji wan gencê nazik û nazdaran zêdetir çi heye. Min hez dikir dem zêdetir hebûya û min gûh li guftûgoyên wan gencan bigirta, ku birastî ji bo min cihê şanazî û cihê hêviyêne.

Partî xwedî cemawer û serkirdayetiyeke dilsoz

Berê de Partî herdem xwedî qa’îdeyeke cemaweriya berfireh bûye û herdem serkirdayetiyeke dilsoza xwe hebûye, lê belê em li kadirê navîn me şaşiyek mezin hebû. Vê carê dibînim ew şaşî gelek bi başî hatiye çareserkirin û eve hêviyeke mezin bi min daye. Her wiha rêkûpêkî rêkxistina kongre û cihê wê, ez dixwazim spasî her hemûyan bikim, spasî wan hemû hevalan bikim ku rolekî serekî dîtin û zehmeteke mezin kişandin li rêkxistina vê cihê û bernameya vê kongreyê. Spasî lîjneya amadekarê kongreyê dikim, ku bi rêkupêkî erkên xwe encamdan. Spasî wan hemû hevalan dikim ku her kes û li gor pîsporiya xwe kêmasî nekirin li serxistina vê kongreyê heta niha bi hêviya xwedê her wiha jî dibê. Divê em hizbayetiya xwe bi eşqe ve bikîn, bi rêkûpêkî. Min du mînak ji bo we tînim: Mînaka girêdayîbûna kadirî Partî, ku di dema xwe de çawa Partî pêkhatiye? Yek ji wan, komek kadirê Partî mijulî hizbayetiyê bûn û li deşta Hewlêrê xelk bînin nav hizb. Her kadirek li ciheke ve çûbûn û pert û belavbibûn. Kadirê dawî ke çûbû gundekî, cotyareke deştê Hewlêrê jê pirsîbû: Erê filan kes Partî wate çi? Ewî jî bîr kiribû û gotibû: Kake Partî wate pert û belav. Eve nabînî her yek ji me pert û belav bûyîne û her yek ji me li gundek ve mijulî hizbayetî û mijulî partiyetîne. Partî wate em. Mînaka dûyem: Carek şehîd Hemîd Batasî qasidê mekteba siyasî bûye li cem cenabê Barzanî. Navê wî yê nihêniyê hizbî Hemîd Batasî (Mêrûle) bûye, ku diçê xizmeta cenabê Barzanî du sê kesê din jî li wir rûniştibûn, ew jî jê dipirsê: Kake navê te çiye? dibêje: Qurban navê min Mêrûleye. Dibêje: Xelkê kûyî? dibêje: Xelkê Kurdistanim. Got: Ê başe Kurdistan mezine, xelkê çi bajarekî, xelkê çi navçeyekî? got: Qurban ferq nake, Kurdistan hemû yeke, ez xelkê Kurdistanim. Her çi cenabê Barzanî jê pirsî, ewî ne navê xwe got ne navê gundê xwe jî got, ku hate derve got: Ewê min diceriband bo ku bizanê ez çiqas girêdayî Partiyetîme, ma çawa navê min nizanê, birastî jî nedizanî, ji bo wê yekê Partî li qonaxên gelek sext da derbasbûn, her li roja dirustbûnê heta bi îro gihiştiye.

Spas ji bo xweda em gihiştîne rojeke geş, xwîna şehîdên me bi vala neçû, gelek tişt li ser destê Partî hate holê, hêvîdarim ewê maye jî her li ser destê Partî bête holê.

Partiyeke rîşedar

Xebat û westabûna gelê me, xebateke bê uçan û sext û pir qurbanîdan bûye, Partî tu demek ne li berpirsiyariyetî rakiriye ne jî ra dike, Partî tehemula serkeftin û niskoyan kiriye, eger Partî, hizbekî rîşedar nebûya li nav vî gel û welatî da, karesatên wiha bi ser hatiye, nedibiya careke din serî hilde, lê belê îspat bû ku hêzek tûne li vê dinyayê da bikarê Partî ji holê rake. Wê rojê me dît gelek ji birayên berpirs û hizbî û serkirdayetiya siyasiya Iraqê hatin û li roja vekirina kongreyê da beşdarî kirin û ez careke din jî spasiya wan dikim, eve nîşana girîngîdana wane bi rewşa Herêma Kurdistanê, heman demî de hêza Partî jî nîşan dide. Li wê rojê da min gotareke dûr û dirêj pêşkêş kir, min xwest bername û siyaseta Partî û şaşiyên siyaseta me pîşanî hemû aliyek bidim. Min behsa mafê çarenûsê kir. Her weku niha ew mesele hatiye behskirin, ev mesele li hemû kongreyên Partî hatiye behskirin û hatiye pejirandin. Lê belê li wî demî da dîsa şoveniyan wiha hizir dikirin ku madeyeke din kete destê wan bo ku hem dîsa êrîşî Kurd û şexsê min bikin. Pê wan wiha bû ku eve derfeteke ji bo wê yekê ku ew destpêşxeriya mezina ku Iraq li bin dest rizgar kir teşwîşê bixin ser û kêm bikin, wiha nîşandan ku eve daxwaza serbixweyê dikin. Ez dixwazim ji bo wan rûnbikim, eger ew şovenî dixwazin gûh lê bigrin. Niha em yek netewene, neteweya Kurdîn û Kurdistanîne. Xwedayê mezin me wiha afirandiye û wê mafê bi me daye. Renge li gel gelek kesan nêrîna min cûda bê, lê belê dibêjin mafê me bidin. Ez dibêjim: Dewletek yan aliyek dikarê mafê te zeft bike, lê belê ew ew mafê wî tûne maf bide, divê îtirafê pê bike, ji ber ku mafê teye, ewî zeft kiriye û nade te, ne mulkî wî ye, dikarê îtiraf pê bike. Ez ne li gel wê yekê me ku yek bê bibêje, bîne mafê min bide, ji ber ku mafê me hatiye dayîn, xwedê bi me daye.
 
Mafê çarenûs mafeke sirûştiya hemû neteweyeke

Meseleya mafê çarenûs mafê hemû neteweyeke, mafeke sirûştiye. Mebesta min eweye em çawa hewla wê mafê bikin. Min herdem gotiye û niha jî dibêjim: Wekî neteweyek mafeke sirûştiyê meye, mafê çarenûsa me hebê wekî hemû neteweyên dinê navçeyê, lê belê em li vir li Kurdistana Iraq, Parlemena Kurdistan biryarê lê daye, bi mercek Iraqeke Federalî demokratî bê, em li çarçêweya vê Iraqê de dibîn û rola xwe dibînîn. Li ser wê bingehê jî me beşdariyekî ciddî li binyadnana Iraqa nû da kir. Li destûra Iraqê jî da hatiye, li dêbaceya wê ku em girêdayî vê destûra ku nasnameya Iraqî bi Iraqeke îttîhadî (Federalî) diyar kiriye, pabendbûn bi vê destûrê merce bo mayîna Iraq bi yek perçeyî. Dema ku hevdû têgihiştin hebê ya nerazîbûn hebê, eve tiştekî gelek sirûştiye li navbera me û her hizbeke Erebî her kesayetiyeke Erebî dikarin bi diyalog li hevdû têbigihin û kêşeyê çareser bikîn, lê belê dema biryara pêşî hebê ku te divê nebê, êdî tu rêya têgihiştinê tûne. Peymana min ji bo wan birayên Ereban çi şî’e çi sunne ku hevpeymanê mene yan dostê mene yan hinek ji wan bi şaşî li me têgihiştine. Em girêdayîne bi Iraqa Federaliya firehî. Em girêdayî bi Iraqa demokratîkin. Em girêdayî wê Iraqêne ku xwedî vê destûrê ye, lê belê rojek ji rojan em ne amadene li jêr destê şoveniyan li nav vê Iraqê da bijîn. Hinek ji wan behsa wê yekê kirine, ku wê rojê alaya Iraq nebûye, kînek wiha li dilê wan de hebûye ku, fêrbûne û heta nekarîne alayê jî bibînin, nexwe fermo çend alaya Iraqê li vê holê da hebû. Eve yek, duyem sirûda nîştimaniya Iraqê ewqas dirêj jî lêdan, eger şaşiyeke li bernameya kongreyê da hebû, ewe bû ewqas dirêj bû ku wan bi xwe digot eve çiye ji bo çi ewqas dirêje. Eve hemû nîşandana girêdayîbûna me ya bi Iraqê ye, lê belê careke din dibêjim: Iraqeke Federalî Demokratî te’ehudî neku Iraqek li jêr destê şovenî û dîktatorî da bê. Şovenî nikarin bandora xwe li wê destpêşxeriyê bikin, me li nav hêzê Ereban çi şî’e û çi sunne hevpeymanê me geleke, gelek jî hene bi şaş li rewşê têgihiştîne, niha mijulin helwesta xwe baş dikin. Ewên ku wiha dax li dilin hejmareke kêmin û hinek ji wan dibêjin: Eger Kurd dixwazin cûda bibin, bila biçin bi bê vegeran û av û av biçin. Bila ew bi xwe av û av biçin, ji ber ku Iraq welatê meye û mulkê meye.

Bi yekgirtî ragirtina malê Kurd

Hevalno…

Divê em mala Kurd wiha bi yekgirtî rabigrîn û biparêzîn, ne merce em hemû li yek hizb da bîn, lê belê merce em hemû kok û hevhelwest bîn li pirsên stratejiyan da. Bi xweşbextane heta radeyeke em gelek li vî warî da serkeftîne, her çende hê jî kêmasî û girift maye, lê belê êdî divê Partî gelek vekirîtir bê li ser hemû hizbên Kurdistanî, hevpeymaniya stratejiya di navbera Partî û Yekîtî jî li xizmeta gel û nîştiman da ye. Eve jî li aliyê me ve xalekî girînge.

Li dema dawetnameya hizban de şaşiyek hebû, ew hizbên ku nehatine dawet kirin, ez li vir ji wan daxwaza lêborînê dikim û divê ev şaşî bête çareser kirin, ji ber ku me bi bê îstîsna xwestibû ku hemû hizb bên.

Musaweme li ser nasnameya Kerkûk nayê kirin

Di derbarê navçeyên veqetandî jî, maddeya 140 maddeyeke destûriye, em girêdayî wê maddeyêne û ne mumkîne tenazûl lê bikîn. Em vekirîne, wê rojê jî min got: Ewên metirsiya wan heye, ku eger navçeyên veqetandî bi Kerkûk ve hatine ser Herêma Kurdistanê, metirsiya wê heye em bi takrewî hukimraniya wan bikîn, dibêjim: Ne tişteke wiha li xeyala me da heye û ne jî rêya wê yekê tê dayîn, bawer bikin em gelek vekirîtir dibîn li ser birayên Ereb û Turkmenan, ji ber ku em hemû hemwelatiyê Iraqê ne û birayê hevdûne û divê pêkve îdareyeke hevbeşa wan cihan bikîn, lê belê her wekî ku min got: Musaweme li ser nasnameya Kerkûk û wan navçeyan nayê kirin, ji ber ku kes nikarê eve bike.

Min mînakeke sade ji bo we tînim, berî 2 sal ku grûpek li nav Parlemen mijulî muwamereyekî mezin bûn di derbarê pirsa Kerkûk, ewe bû ez rabûm çûm Bexda, nêzîkî 6,7 roj mam, spas ji bo xweda li gel hêzên hevpeymanên din me karî wan planan pûç bikîn, ku ez vegeriyam neviyeke min heye kurê Mesrûr temenê wî pênç şeş sal bû, bi xwedê li ser pêlikanan hate ser rêya min û got: Babe Kerkûk yê me ye bi kes nedî.  Min jî jêra got: kurêmin bi xwedê bapîrê te yê mezin mijulî Kerkûk bûye û serê xwe li ser daniye, bapîrê te û babê te jî, bi hêviya xwedê tu ji bo me werbigre. Me her kariye em vê yekê bikin.

Hevalno tehemula min bikin

Hevalno li vê birgeya niha behs dikim hez dikim tehemula min bikin: Xwedê şahîde niha min hez dikir çendîn kes xwe ji bo Serokayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê namzet nîşandabûya û min dengê xwe bi yekî din dabûya.

Hevalno…

Xuşk û birayên delal suneta jiyanê wiha ye her mirovek dawiya xwe heye, min hez dikim rastbîn bin bi pesindanê rûbirûyê vê meseleye nebin. Her mirovek dawiya xwe heye. Mirov çend bijî her rojek an tê kûştin an dimrê. Mirov çend bi hêz û bi kiryar bê, pîr dibê û paşê taqeta wê yekê nabê du hengavan jî bavêje. Gelek gelek xweştir û ser bilindîtire, her mirovek bi taybetî ez, mirov li demeke wiha de bi we bibêje xatira we, ku aliyên kêm bibêjin nexêr û hez nakîn û pême nexweşe û dilê we bi piştve bê, neku bibêjin erê bo çi ji me venaqetî û naçî.

Bi eşq ve bûme Pêşmerge

Ez ku li sala 20.05.1962 bûme Pêşmerge, xwedê şahîde her bi temaya wê yekê jî nebûm ku digihime vê rojê. Ez bi eşq ve bûme Pêşmerge wate weku aşiqekî Pêşmergayetî, lê belê baweriyeke mina tevahî bi wê yekê hebû ku îro jî her dê bê, lê belê min nedizanî ez vê rojê dibînim. Niha jî min baweriyeke tevahî heye rojên li vê jî mezintir û geştir dibê, lê belê nizanim gelo dibînim an nifşeke din dibînin. Ez niha jî daxwaz ji we dikim ku li vî warî de ku spas ji bo xweda ev hemû destkeft bi desthatûn, ev hemû serkeftin bi desthatine, niha mirov dikarê heta radeyeke mezin bi wîcdaneke asûde bi dileke xweş, hem qerzên we û gelê Kurd li ser Mela Mistefa û Îdrîs û li ser min jî heta radeyeke mezin me kariye li gelek ji wan destkeftan de li gel we bîn û bi dest bînîn. Ez niha jî daxwaz ji we dikim ji wê berpirsiyariyê min biborin. Xweda şahide ez eve ne ji bo tu tiştekî dibêjim, ji kurahiya dilê xwe ve dibêjim.

Spas bo şehîdan

Spas ji bo xweda, spas ji bo şehîdan û malbata şehîdan û spas ji bo weyên têkoşer, hûn û ewên berî we jî, bab û bapîrên we, dibe ku gelek ji we kurê şehîd û neviyê şehîd jî bin, gelek ji we keçên şehîd û kurên şehîd û birayên şehîd û dayika şehîdin. Eve berhema xwîna wane, nîmeta xwedaye. Ev hizbe, spas ji bo xweda hizbekî bi exlaqe, ji bilî wê yekê ku hizbekî nîştimanperwer û qehremanperwer û şehîdperwere, exlaqperwere jî. Ez gelek car muteesîr dibim ku hukim li ser vê hizbê didin li ser reftara kadirek an berpirsek ku renge bihaya vê hizbê nezanê û şaşiyek bike. Bi nîsbeta me jî perwerdeya min ewe nebûye, ez ji bo Serokayetî bikim, wekî ku min bi we got: Em perwerdeyê xwendingehekîn ku dibêjin Rêbaza Barzanî, birastî mebesta min ne ewe ye her çi kesek cemedaniyeke sor li ser bê, an ji navçeya Barzan bê wate Barzanî ye. Barzanî rêbazeke wate Kurdayetî wate merdayetî. Em perwerdeyê xwendingehekîn ku li sala 1903 Şêx Abdulselamê şehîd daxwaza serbixweyiya Kurdistanê ji Îngilîzan kiriye. Serwera me Şêx Ehmedê Barzanî 12 sal li bendîxanê li dest û pî li jûrê sêdaredanê de tenazûl nekir yek name ji bo Hikûmeta Iraqê binivîsê bo ku daxwaza lêborinê bike. Li ser cemedaniya sor 12 gencên Barzanî bi cemedaniyê ve hatin helawestin û îdam kirin, ji ber ku li gor Ehkama Urfî qedexe bû cemedaniya sor li navçeya Barzan bibestin.

Li ber destê Mela Mistefa mezinbûme

Ez li ber destê Mela Mistefa mezin bûme. Ez dizanim xweda şahîde armanca me ewe bûye hûn serbilind û serfirazbin neku em Serok bîn. Eve li nav derûniya min bû, min hez kir ji we re bibêjim, ku min got tehemula min bikin eve ye. Ez her birayê we me û xizmetkarê we me. Li her pêgehekî jî bim ez her ew Mesûdim û ew Pêşmergeme ku we min naskiriye.

Îcazeya min didin an na…

Bi her hal hêvîdarim, her demek ku xatira xwe ji hevdû bixwazîn, negihe wê rewşê ku hûn bibêjin de êdî ji me veqete here. Ez ne ew kesim aşiqê ewe bim ku bêzariya xwe li min bikin. Her deqîqeya ku we pê xweş bê, bi xwedê kes ji min hêsantir tûne bo ku bibêjim xatira we.

Madem we wiha kir, hez dikim balê bikşînim li ser xaleke din jî, gelek ji nehez û dijminên Partî û malbata me, dilê xwe bi wê yekê xweş dikirin ku li nav Partî û li nav malbatê de gengeşe heye. Em malbateke mezinîn, wate ji bo zanyariya we ku dibêjin malbata Barzan, em her bi tenê zilam ji hezar kesan zêdetirîn. Eger li ser malbata me li demên berxwedana Şêx Ebdulselam û Şêx Ehmed û Mela Mistefa hukim didin, me qebule. Eger hukim li ser malbata Barzanî û xebata Barzaniyan li rêya me dikin, tika li we dikim tûşî wê şaşiyê nebin. Li gel wê yekê jî ku em malbateke mezinin, wekî her malbateke din me jî xelkekî baş têda heye, renge xelkekî xerap jî têda hebê. Eve tiştekî sirûştiye, ku malbata bû bi hezar kes her hemû wekî yek nabin, îltîzama wan wekî hev nabê, lê belê Rêbaza Barzanî rêbaza Şêx Ebdulselame, rêbaza Şêx Ehmede û rêbaza Mela Mistefaye, yê evaneye. Hez dikim û tika li we dikim wê zulmê li Rêbaza Barzanî neyê kirin, Eve yek, duyem: Nehezan dilê xwe gelek bi wê xweşkiribû ku li nav malbata me pirsgirêk û girift heye. Carê bigihe wê radeyê, ne pirsgirêk heye û ne girift heye. Tiştekî gelek sirûştiye îro Nêçîrvan hinek car karta sor hildigirt, min spî hildigirt, an min sor hildigirt ewî spî hildigirt. Eve tiştekî gelek sirûştiye. Gelo eve wateya wî eweye ku nakokî û gengeşe li nav me da heye. Endamên mekteba siyasî gelek car wiha hebûye biryarê wan daye û xwedê şahîde bi dilê min jî nebûye, lê belê biryara mekteba siyasî bûye me îltîzamê pêve kiriye, lê belê bigihe wê yekê ku Yekîtiya hizb, spas ji bo xweda li nav vî hizbî da gengeşe tûne. Xalekî din ku gelek pê serbilindîn, berî li 2003 ku rejîm hilweşê, me hewl da her çi belgename bikevê destê me, belgenameyeke yek car zêdeyê asayîş û muxaberatê kete destê me, yek neferê serkirdayetî jî pêwendî bi wan ve nebûye.

Birayetiya min û Îdrîs, birayetiya eqîde û Kurdayetî jî bû

Hûn hemû dizanin pêwendiya min li gel Îdrîs ji bilî wê yekê ku birayetî, em rêheval bûn, em tenê birayê ewe nebûn ku kurê Mela Mistefa bîn, birayetiya me birayetiya eqîde û Kurdayetî bû, ji ber wê hem zarokên min hem zarokên Îdrîs wiha nehatine perwerde kirin ku rojek gulle bo kurê Îdrîs bê, kurê min xwe nede berê, an bo kurê min bê kurê Îdrîs xwe nede berê. Êdî bila kes dilê xwe bi wê xweş neke. Wê rojê jî min li kovarek de xwend, Nêçîrvan behsa rûdawek bi rehmetî dike, got: Na ez li gel mamê xwe diçim. Got: Ez dizanim ji xwe ez bes bi nav bavê teme. Bi xwedê Mesrur jî karekî hebûya bi min nedigot, diçû cem mamê xwe û bi wî digot Mam ev karê min heye û eve ji bo min bike, zêdetir ji aliyê wî da dihate cem min, ji ber wê ez dixwazim hûn li wê jî dilniyabin û dijminên me jî bila her xwîna xwe vexwin û wê rojê nabînin.

Nêçîrvan dikim namzet ji bo Cîgirê Serok

Bo ku karubarê hizbî bi rêkupêkî biçe, ku erkên min geleke, meseleya Serokayetiya Herême, ji ber wê çendê ku li peyrewê de hatiye ku divê Cîgirê Serok jî hilbijêrim. Ez Nêçîrvan kurê Kak Îdrîs Barzanî dikim namzet ji bo Cîgirê Serok. Hem ji bo yarmetiya min û we jî bide û hem bersîveke ji bo kûrahiya çavê dijmin û nehezan.

Gelek spasiya we dikim her serkeftî bin. 

Nerîna min :