Polîtîk

Li Îranê êrîşên xwekujî : 38 kes jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê başurê Îranê Çahbaharê li ber mizgeftekî êrîşên xwekujî pêkhat û di encamê de digel jin û zarokan 38 kes jiyana xwe ji dest dan.

Televîzyona El-Arabiiya di nûçeyê xwe ya dawînê de daxuya kir ku her du êrîş ji aliyê rêxistina Cundullahê ve hate kirin û piştî êrîşê heman rêxistin berpirsyariyê jî girtin ser xwe.

Êrîşên xwekûjî li bajarê parêzgaha Sîstan û Belucîstanê Çabahar ya Îranê dema ku cemaat  li ber  mizgefta Îmam Huseyniyê ji bo merasîm û bîranînên şehîdên Kerbalayê kom bûn teqînên ser bi ser  pêk hat û di encamê de 38 kes jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button