Dosya

Gerdî: Destana Xwakurk bi bîr û baweriyê hate tomar kirin

 

Destana Xwakurk yek ji wan destanane ku karî li nav rûpelên dîroka Kurd û Partiya Demokrata Kurdistanê de serkeftinê tomar bike. Tomar kirina vê destana mezin ya serkirdayetiya Partî û Pêşmerge û bi taybetî jî vedigere li ser rola cenabê Serok Mesûd Barzanî ku şan bi şanî li nav Pêşmerge û sengerê berxwedanê de bû. Destana Xwakurk li 19/07/1988 destpêkir û nêzîkî 45 rojan berdewamkir û li 05/09/1988 destan bi dawî bû. Îro jî ku salvegera tomarkirina destana Xwakurk ku bîranîna 23. salvegera wê dikîn, ji bo wê yekê me bi pêwîstî zanî hevpeyvînek li gel beşdarvaneke vê destanê bikîn, ku ew jî Pêşmerge û Fermandeyê Qehreman Musa Yunis Cewher e ku bi navê Musa Gerdî hatiye naskirin û rolekî çalakaneya xwe li nav vê destanê hebû. 

* Di destpêkê de Pêşmergeyê dilsoza Kurdistanê Musa Gerdî di derbarê jiyana xwe ve got:

Li sala 1959 ji malbateke Kurdperwer û xebatgêr li gundê Bîrox ser bi devera Barzanê ji dayîk bûme. Li sala 1972 li 13 salî de li çiyayê Gorez bûm Pêşmergeyê Kurdistanê. Piştî şikestina şoreşê em koçberê Îranê bûn û li Ordugaha Cehrum û paşê jî li Kaşan nîştecîh bûyîn. Li gel serhildana şoreşa Gulan a pîroz vegeriyam rojhilata Kurdistanê û li Ordugaha Zêweyê Şehîdan nîştecîh bûm û li gel dûbare rêkxistina leşkeriya Pêşmerge berpirsiyariya serbaziya rêxistina Gorez bi min hate sipartin, ku ev rêxistin raste rast bi serkirdayetiya Partî ve girêdayî bû. Min beşdariya çendîn şerê dijî bi Hikûmeta Be’esê kiriye ku diyartirînê wan şerê Hacî Omeran û Xwakurk û çendîn şerê dinê li wê demê û her wiha min beşdarî li parastina wan herêmên li ser tixûb kir ku li destê leşkerê Kurdistanê da bûn. Heta niha pênç car birîndar bûme ku sê‌ caran birîndariya min gelek sext bû û min çavek jî ji dest daye. Her wiha sê‌ birayên min li serdema Komara Kurdistanê ya li Mehabad sala 1945 şehîd bûne û cenazeyên wan li Qarawe bi xak hatine sipartin. Dayik û bavê min jî li koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane. Niha jî berpirsiyariya Fermandehiya Sefîn, ya Yekîneya – 46 bi min hatiye sipartin. Ji ber westa bûn û xebatê li Kongreya 13 ê Partî de min ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalyaya şerefê‌ wergirt. 

* Di derbarê jiyana Pêşmergayetî û ew waneyên ku jê fêr bûye birêz Musa Gerdî got:

Ez li Pêşmergeyetiyê de fêrî waneya evîna ax û rêbaza rast bûm. ji bo wê yekê pileya Pêşmergeyetiyê her wekî cenabê Serok Mesûd Barzanî keremkirî mezintirîn şerefe, lê belê min li Pêşmergeyetî de erkê çaycî û çîştlêner û xizmetkar û pasevan û li şer jî da demeke zêde çekê BKC bi zincîra fîşek ve li ser şanê min bûye û demeke dirêj cihê zincîra li ser şana min jî diyar bû. Niha jî ku pileya berpirsiyariya Yekîneya 46 min sipartiye û li paşarojê jî her erkekî bi min bê sipartin heman Pêşmergeyê berê me. Bilindtirîn şanazî jî ji bo min bexşîna madalyaya Barzanî bû ku ji aliyê cenabê Serok Barzanî li Kongreya sêzdehê Partiya Demokrata Kurdistanê de min wergirt.

* Di derbarê destana Xwakurk de Musa Gerdî got:

Li meha 06-1988 ji aliyê serkirdayetiyê ve em wekî rêxistina Gorez hevşanî li gel rêxistina Sûrdaş ku birêz Hacî Mîrxan serpereştiya wê dikir, em hatîn rasipartin ku mîhwerê çiyayê Bîşûn li hêza Barzan ji bo demeke demkî werbigirîn heta ew pişuwiyek bidin. Ji ber ku rû bi rûbûna şerê qurs û çir bibûnê ve û bi awayeke bê wêne bergiriyê kiribû û ziyaneke mezin bi dijmin gihandibû. Li 14 tebaxa heman salî li ser birûskeyê cenabê Serok Mesûd Barzanî hêza Barzan vegeriya cihê xwe û em jî li demjimêr 6 ê êvariya heman rojê berev Xwakurk birêketîn. Lê belê sedemên veguhestinê nebûn, ji bo wê yekê neçar bûyîn bi rêya Zerwa da biçîn ji bo sûd wergirtina li ulaxên xelkê nîştecîh bûyê wê navçeyê bi mebesta vegûhestina kelupela serbazî. Li demjimêr 8 û 15 xulekî êvariya şeva 17/18-08-1988 ku li zozanên Zerwa me hest bi tevgereke firokeyên rejîmê kir lê belê me wiha şîrovekir ku serbazên Iraqî dadibezînin xwar ve, ji ber ku ni nizmahiyeke kêmî li asîman tevdigeriya û li derfeteke gelek kêm da van firokeyan bombaya kîmyî (Xerdel û Siyanîd) ê dibarandin û em ku 63 Pêşmerge bûn birîndar bûyîn. Li gel wan xelkên medenî ku hevkariya me dikirin li veguhestina kelupelên qursên serbazî û pêvajoya tendirustiya me gelek xerapî da bû û sedemên pêwendiyê jî nemabûn û serkirdayetî û hêzên dinê Pêşmerge jî agahdarî pêvajoya me nebûn. Roja paştir bi bêyî‌ çareseriya pizîşkî berev bilindiyên çiyayê Dola Tirşîn û Ser Şîv birêketîn û gihîştîn baregehekî partiyeke Şu’î, ku zanîn em berketiyê çekên kîmyawîne, pêşwaziya me kirin lê belê nehiştin têkilî hêzên wan bibîn. Her wiha çareseriya destpêkî jî ji bo çend Pêşmergeyekî rewş xerab kirin û hevalên me li wir man û ez û Şehîd Wahîd û Şehîd Kerîm û polek Pêşmergeyeke din berev Şêxan û Xwakurkê birêketîn. Li rêya Xezne rû bi rûyê hêzên serbaziya rejîmê bûyîn û bi sedema birîndarî û xerabtir bûna rewşa tendirûstiyê me nekarî şerê wî hêzî bikin û bi neçarî me rêya xwe gûherand û bi şev gihîştîn Gelan, Gerdî û Şêxan ku Pêşmergeyên hêza koçber li wir bû. Bi gihîştinê me birûskeyek pêşkêşî cenabî Serok Mesûd Barzanî kir û me cenabê wî bi kîmyabaranê agahdar kir û cenabê wî jî ferman da ku ji bo çareseriya pizîşkî vegerin Îranê. Paşê li 20-08-1988 gihîştîn Zêwe û bi awayeke bê wêne ji aliyê kesukarên Pêşmerge û koçberan bi taybetî çîna jinan ve hatîn pêşwazî kirin. Bi bêyî berçav kirina wê yekê ku em berketiyên çekê kîmyayî bûyîn û hinek jî ji wan tûşî haletî hestiyarî û tengasiya nefesî bûn. Paşê me şandin nexweşxaneyên Urmiyê‌ û hinek heval ku rewşa tendirûstiya wan gelek xerapî da bû li nexweşxaneyê man û li 21 ê meha tebaxê ez û çend hevalek berev Xwakurk ve vegeriyayîn û li 22 ê tebaxê gihîştîn Qebrî Zahîr ku bi giranî ji aliyê rejîmê ve dihat topbaran kirin û bi me hat sipartin ku em navçeya Serî Terxûnê bimînin ku dikevê navbera Serî Korawa û Birîmêşka ji aliyek û Serî Sewre û Korî Berdesbiyan li aliyeke din û roja paştir jî hevalên dinê birîndar li nexweşxaneyê raste rast berev Xwakurkê vegeriyan û heta dawiya şer em li wê navçeyê mayîn.

* Di derbarê rola Serok Mesûd Barzanî ya li destana Xwakurk de birêz Musa Gerdî got:

Cenabê Serok Barzanî ku bi awayeke meydanî beşdariya şerê Xwakurkê dikir û li pêşî bereyê da bû û wî bi xwe serpereştiya hemû mîhweran dikir, her eve jî sedemeke serekî bû, li bilindkirina wêrekiya leşkerên Kurdistanê û serkeftina wan. Her li wê qonaxê jî da bû ku cenabê wî mizgîniya serkeftina mezin da me ku li demeke kurt de pêkhat û birastî ez heyrana daxûyanî û lêkdanên wê demê yê cenabê wî bûm.

* Di derbarê destkeftên destana Xwakurk de Gerdî got:

Ji xwe destana Xwakurk destanekî nemir û dîrokiye û serweriyeke ku cihê şanaziya gelê Kurde. wê demê ku li 8 ê tebaxa 1988 şerê heşt saliya di navbera Îran û Iraqê bi dawî bû rejîma Iraqê li 19 temûza 1988 xwest hêza xwe li hember Pêşmerge bicerîbîne. Lê belê ku ew rejîma bi hemû hêz û şiyana xwe ya maddî û mirovî tûşî şikestê hat û nekarî li hember wêrekiya bilinda Pêşmerge xwe ragirê. Ew jî ji ber çend sedemek bû ku beşdariya raste rasta Serok Mesûd Barzanî û bîr û baweriya xûrta Pêşmerge û piştgîriya kesûkarê Pêşmerge jî sedemê dinê serekî bûn. Her wiha ji bo rejîma Iraqê jî derket ku Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê hêzeke bi wêrekiyeke bilind ve berxwedanê dike.

* Di derbarê ew hêzên ku beşdariya şerê Xwakurkê kirin birêz Musa Gerdî got:

Pêşmergeyên Leqa Sê‌ û Leqa Çar bi serpereştiya birêz Qadir Qadir û Hemîd Efendî û hêza koçber ku zêdetirê wan genc û xwendekar bûn û li rêzên Yekîtiya Xwendekar û Lawan bûn û hinek ji wan jî karker bûn. Lê belê her çende ku ew şarezayê teknîkên serbaziyê jî nebûn, lê bi wêrekiyeke bilind û bi bê‌ tirs li bereyên şer da bûn û cihê şanaziyê bûn û her wiha hêza Barzan û rêxistinên din ku raste rast bi serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê ve hatibûn girêdan.

* Di derbarê rola jinan li destana Xwakurk de, birêz Musa Gerdî got:

Wekî ku dibêjin jin nîvê civak û dayika nîvê dine jî, birastî piştgireke serekî bûn li berxwedana Pêşmerge de ku li ser wê yekê jî erkê bi xew kirina zarokên Pêşmergeyan li stuyê wan bû, piştgiriya hevjîn û bira û kur û kesukarên xwe didan ku beşdarî bikin û xema jiyana wan nebê û hindî jin bazina zêrê destê xwe difroşt da ku bi wê pareyê hevkariya Pêşmerge bikin. Hinek ji wan jî kelupelên mala xwe dişandin bereyên ceng, min bi xwe çendîn kelupelên li nav mala xwe li bereyên pêşve nasdikir taybetî yên wekû betanî û kelupelên din. Hinek ji wan jinan jî bi şandina cil û berg û hinekan bi şandina xorek û dermanan beşdarî dikirin. Ew destan bi bîr û baweriyê hate tomar kirin.

* Di derbarê ezmûnên îro ya Kurdistanê de Musa Gerdî got:

Dema ku cenabê Serok Barzanî mizgîniya serkeftin û guhertina mezina li navçeyê de ragihand, zêde domnekir ku rejîm li piştî şerê Xwakurk xwest vê carê li Kuweytê xwe biceribîne, ku li encamê da raperîna gel destpêkir û paşê jî azadkirina zêdetirê Kurdistanê û hilbijartin û pêkhatina Parlemen û Federaliyet li ser vê yekê jî ablûqeya aboriya Neteweyên Yekgirtî li ser Iraq û ablûqeya Iraqê jî li ser Kurdistanê û derbasbûna çend qonaxeke din. Heta rûxana rejîm li salî 2003 û heta îro jî ezmûna me hestiyare. Ji bo wê yekê pêwîste bi hurî têkelî li gel rewşa îro bê kirin. Ji ber ku Kurdistan bi yekrêziyeke zêdetira hemû aliyan heye, bo ku bikarê hêvî û daxwaza hemû Kurdek pêkbîne ew jî dirûst bûna dewleteke Kurdiye.

* Çi daxwaziyeke we ji birayên Pêşmergeyan heye, li bersîvê de birêz Musa Gerdî got:

Daxwaz ji hemû birayên Pêşmergeyan bi taybetî ewên ku tehlî û suwêrî û serma û germa u nedariyê li berê dîtine ji bîr nekin, da ku paşaroja me ronahîtir bibê û axa Kurdistanê wekû bîlbîlê çavê xwe biparêzin û evîna axa wan li cem wan pîroztir bibê. Her wiha daxwaz ji aliyê berpirsan dikim demeke zû de hewl bidin destana dîrokiya Xwakurk bikin destanekî dokumenterî û dikarê baştirîn fîlmê sînemayî yan rêzfîlmek li ser bê dirûst kirin. Ji ber ku her bi nemirî bimînê û sûd li ezmûna karakterên beşdarvan werbigrin da ku nifşên nû bizanin ku bi dehan destanên bi vî awayî hatine tomar kirin. Li dawiyê de bejna xwe li hember bavê ruhê netewiya Kurd Barzaniyê Nemir û Kake Îdrîsê herdem zîndî û hemû şehîdên ditewînim, silav li malbata şehîdan dikim û pêwîste rola Kurdên rojhilata Kurdistanê jî ji bîr nekîn ku hevkariyeke tevahî li şerê Xwakurk de kirin û yarmetîdana wan li dema bombarankirina Ordugaha Zêwe û navçeyên din nayên ji bîr kirin.

 

Têbînî: Ev babet li rojnameya Xebat, hejmara (3867) li 08/09/2011 hatiye belavkirin.

Hevpeyvîn: Sefer Yusif Mîrxan Jajokî

Wergera ji Soranî: Mîrhac Mistefa

 

Back to top button