Polîtîk

LKD dawî li xebata xwe anî

Lêgerîna Kurdên Demokrat, bi pêdiviya rêxistineke ku mafên Kurdan yên hevbeş, wek bingeh bipejirîne ku armanca wê; cîbicîhkirina desthilatdariya Kurdan ya li ser axa xwe be û li gora vê yekê bernameyeke kulturî, civatî, sîyasî û aborî bide ber xwe û li Bakurê welatê me, ji bo alîkariya dagirtina alternatifeke siyasî bike, hate damezrandin.

Di gel hemû astengiyên pirralî, di pêvajoya cîbicîkirina armancên xwe de LKD hin pêngavên berbiçav avêtin û demekê bu wek hêviyekê. Bi taybetî helwesta di dema referendûmê de wergirt, bû destpêka eşkerekirina dîtin û helwestên saziyên demokratîk yên civatê. Her weha bi pêşbînîyeke hêvîdar helwesta di hilbijartinan de û dîtin û ramanên li ser tevkarî û hevkariyên bi şexsiyet, hêvîyeke baş da beşekî civatê yê hêja ku nedixwestin dîtin û ramanên xwe bixin bin îpotekên sîyasî û alîkar û piştgirên alternatifeke nû bûn.

Bi tenê ne hêzên dagirker,hêzên xwe wek neteweyî nîşan didan, bi gelek reng û awayan  hewildan da rê li ber avakirina tevgerek Neteweyî  bigirin. Em bawer in li bakurê welatê me alternatîfek sîyasî a neteweperwer,  bi şaxsîyet û serbixwe zû an dereng dê bê avakirin.Netewa Kurd dê li ser axa xwe bibi deshilatdar û li Rojhilatanavîn bibe hêlîna Demokrasîyê.

Mixabin, Lêgerîna Kurdên Demokrat, tiştên ku dixwest bibîne nedît. Rastiyeke tal e, lê belê di pêvajoya gihîştina armancên xwe de, bi ser neket. Helbet kêmanî hebûn; ji ber gelek sedeman hin ji me kêm bûn, me taybetiyên ku em wekî rêxîstinekê tevbigerin, ava nekir. 

Jiyanê dîsa bi zelalî da ber çavan ku em, ew çend kesên vî barê giran hilgirtibûn, bi tenê têra avakirina alternatifek sîyasî li bakurê Kurdistanê nekir. Bi felsefeya ku dema doktor nikaribe nexweş baş bike, divê dest nedê da xerabtir nebe, me karûbarê LKD di civîna roja 6.9.2011 de bi dawî anî. Ev kurtedaxûyanî berpirsiyariyeke li hemberî raya giştî ye.

09.09.2011 Amed
LKD
(Légerîna Kurdén Demokrat)

Back to top button