Cîhan

Israil li himber helwesta Tirkiye bê deng namîne

Li gora nûçeya rojnameya Israilî Yediot Aharonot, Israil li himber gavên Tirkiye ku li dijê wan tavêje bê deng namîne.Li gora rojnamê wezîre derve yê Israil. Avîgdor Lîberman biryar daye çend helwestên tund li himber Tirkiye nîşan bide.

Li gor nûçeya rojnameya Yediot Aharonot, doh wezareta derve di vê derbarê de civînek berfireh pêkanî. Da ku helwestên li dijê Tirkiye bêxin parktîkê de.
Eve demek e Tirkiye dixwaze ji bo kuştina hinek hemwelatiyên wan hukumeta Israil doza lêborînê li Tirkiye bike. Israil xwe nêzikî vê nake û Tirkiye jî çikas diçe li dijê Israil tund dibe û serokwezîrê Tirkiye gotinên gelek hişk derbarê Israilê de dibêje.

Erdogan di vê çerçovê de serdana Misrê dike û ihtimala serdana herêma Gazayê jî bike heye. Herweha niha Tirkiye xwe amade dike ku, hinek gemiyên arîkariyê rêke herêma Gazayê û ji bo parastina wan jî dê hinek gemiyên cengî li gel gemiyên arîkariyê rêbike. Ev yek dikare bibe sedemê nexweşiyek mezin di navbera herdu welatan de.
 
Herweha tê gotin ku Israil jî li dijê Tirkiye dikare li gel Kurda pêwendiyekî deyne û  di vê çerçovê de pirsa Ermeniyan jî li dijê Tirkiye bi kar bîne.

Back to top button