Civak
Generalek girîng hate girtin

Di çerçova doza Ergenekonê de girtina general û efserên bilin berdewam e. Li gora belgeyên li Eskîşehî rê hatîn dîtin rojane tiştên nû derdikevin holê û navên nû tên dadgehkirin.
Di vê çerçovê de 5 leşker hatin girtin. Yek ji wan Tumgeneral Bertan Nogaylaroglu ye û di demekî di nav Natoyê de kar kiriye. Vî generalî rojane jiyana serokwezîrê Tirkiye Erdogan şûpandiye û heta ji bo şûpandina jiyana wîya taybet jî ferman daye.
Tumgeneral Bertan Nogaylaroglu di dema xwe de li washington tevlî hinek civînên gelek nehînî ji bo ruxandina Ak partiyê bûye û ev yek ji aliyê medyayê ve hate eşkerekirin. Di wê demê ew do balyozxana Tirkî ya li Amerîkayê berpirsê leşkerî bû.
Girtina Nogaylaroglu, dikare bibe sedemêprosesek nû.di doza Balyozê de