Cîhan

Perez bersiva gefên Îranê da

Li Îranêdi  rewresmekî de, endamê Meclîsa Ewlekariya Milî û Komîsyona Siyaseta Derve Mihemed Keremîrad, Israîl û Amerîka tehdît kir. Keremîrad di beşek axavtina xwe de behsa Amerîka û Israîl kir û siyaseta wan ya li herêmê bi tundî rexne kir. Di axavtina xwe de Keremirad got: Eger Israîl di derbarê Îranê de xwedî hesab be, û Amerîka û Israîl dijê Îranê yekitiya mezin bikin, emê fermanê bidin ku êrîşê Tel Avîv Bikin.

Li ser van axavtina serok komarê Israîl Şîmon Perez jî daxuyaniyek da û got: Bila Îran xwe ji her êrîşeka serbazî bi ser Israyel ve dûr bixîn e. Li gora radyoya Israîl, Perez rewresmek ya perwerdekirina balefirvanên Israîlî de axavt û bal kişand li ser gefên Îranê, û got:Israîl dikare li himberî her êrîşekî raweste.

Back to top button