Polîtîk

Barzanî êrîşên Îranê şermezar dike

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Careke din topxaneyên Artêşa Komara Îslamiya Îranê dest bi bombebarankirina navçeyên tixûbê Herêma Kurdistana Iraqê kirine ku bi vê sedemê zerer û ziyanê gihandine gundnişîn, cotyar, ajeldar û xelkê sîvîlê van navçeyan. Her wiha bi sedema tundiya wê bombebaranê hejmarek ji welatiyan koçberbûn û neçarbûn ji ber metirsiya canê xwe cihê nîştecîhbûna xwe bi cîh bihêlin. Li heman demî de berdewamiya vê kiryarê rewşa wan navçeyan bi giştî tuşî pişêwiyê kiriye.

Em li demek de hem protestoya wan bombebaranên li ser welatiyan û navçeyên tixûbê Herêmê dikîn û bi karekî ne bi cîh datînîn. Em bawerin ku ev cure kar ziyanê bi pêwendiya di navbera Herêm û Komara Îslamiya Îranê digihînê û tu pasawek jî ji bo van bombebaranan tûne û li şûna dirustkirina tirs û gûmanê hewl bidin bi rêya diyalogê ji bo pirs û gîr û giriftan çareseriyeke guncaw bê dîtin û hemû aliyek bigihînê wê baweriyê ku bi tundutîjî û bombebaran kirinê tu armancek nayê holê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
02/07/2011

Back to top button