Dadgeheke taybet dijî şîdeta malbatî tê danîn

Piştî 4 salan ji bendewariyê, yasaya nehiştina şîdeta malbatî ji aliyê parlamentoya Kurdistanê derket. Bi baweriya parlamenterekî, ev yasa dikare rê li ber şîdeta nav malbatê bigire: “Li gor vê yasayê dadgeheke taybet bi şîdeta malbatî tê pêkanîn.”       

Ev proje-yasa ku ji aliyê çalakvanên warê parastina mafên jinan û saziyên civaka sivîl û çend parlamenteran, bi razîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû amadekirin, roja 22.06.2011an bi piraniya dengê endaman bû yasa û li gor vê yasayê êdî şîdeta di nav malê de li Herêma Kurdistanê, sinetkirina keçan jî di nav de, tawan e.

Cîgira Serokê Komîteya Parastina Mafên Jinan li parlamentoya Kurdistanê Haje Silêman ji Rûdawê re ragehand, berê hinek kesan bikaranîna şîdeta malbatî weke mafekî xwe didîtin, çimkî yasayek nebû rê li ber bigire: “Lê vêga li gor yasa şîdet dijî her endamekî malbatê weke tawana civakî tê hejmartin û kesên şîdetê dikin jî wê bên cezakirin.”

Tawan li gor yasayê

Li gor madeya 2ê ya vê yasayê her yek ji vana weke tawan tên hesibandin: zewicandina bi kotekî, girtina rê li ber xwendinê, lêdana zarokan, dijûnkirin, sinetkirin, telaqdana bi kotekî, mezin bi biçûk, dayina jinan ji dêvla xwînê, xwekuştin û xweşewitandin eger sedemê wê malbat be, herwiha biçûxistina endamên malbatê.

Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê Viyan Silêman pesinê vê yasayê da û got: “Eger yasa bi başî bê aktîfkirin û bikaranîn heya cihekî zêde dikare dawî li şîdeta malbatî bîne, lê ev di rojekê yan du rojan de nayê kirin. Di heman demê de pêwîst e xelk bên hişyarkirin.”

Cezayê her şîdetekê ku di madeya 2ê ya vê yasayê de hatine destnîşankirin texrîmkirin û bendkirin e û texrîmkirin ne kêmî milyon dînarane û ne zêdeyî 5 milyon dînarane, herwiha bendkirin ne kêmî 6 mehan û ne zêdeyî 3 salane jî. Herwiha her kesekî ku şîdetek bikar anî û dadgehê neşiya wî bi riya vê yasayê ceza bike, li gor yasaya cezakirinê ya Iraqê û yasaya rewşa kesîtî tê cezakirin.

Di madeya 4an a yasayê de hatiye, dadgeheke taybet bi şîdeta malbatî tê pêkanîn û pirsgirêk tê de tên yekalîkirin. Parlamenter Haje Silêman got: “Hinek caran şîdet ne ewqasî mezin in, lewma me komîteyek di yasayê de bicih kiriye, da ku berî ku pirsgirêk here dadgehê di navbera endamên malbatê de lihevkirin bê kirin.”

Di gera dûyemîn a parlamentoya Kurdistanê de sinetkirina keçan bi proje-yasayekî serbixwe çû parlamentoyê, lê gava xwendina yekemîn jê re hat kirin, bi behaneya ku kêşe ne zêde mezin e hat redkirin, dûre bi madeyekê di proje-yasaya nehiştina şîdeta malbatî de hat bicihkirin.

Li gor îstatîka Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ya sala 2010an, sinetkirina keçan ji sedî 40 bû, lê li gor serjimêriya Wezareta Tendirustî ji sedî 41 bû. Li gor Haje Silêman “Ev rêje zêde ye. Li gor qanuna nû kesê malbatekê taşwîq bike bo sinetkirina zarokên xwe û kesê ku vî karî bicih jî bîne tên cezakirin, hinek kes hene di warê saxlemiyê de kar dikin û karê sinetkirinê jî dikin lê eger jinan sinet bikin heya 3 salan meaşê wan tê qutkirin û ji kar tên dûrxistin.”

 

Nûçe : Barzan Mihemed

(Rudaw)

Nerîna min :