Civak

General jî ditirsin

Li Tirkiye biryara girtina 163 leşkeran di nav hêzên çekdarên Tirkiye bû sedema tirsek mezin. Ji 163 leşkeran 102 kes hêjî li ser karê xwe bûn û hinek ji wan generalin û berpirsiyarin û di cihên stratejîk de kar dikin. Herweha li gora tê ragihandin, ji %10 generalên lêşkerên Tirkan niha di girtîgehê de ne. Leşkerên  hêj li ser karên xwe rêkirin girtigeha leşkerî û yên din jî çûn girtigeha sivîl ya Silîvrî.

Li ser biryara dadgehê û girtina general û efserên bilind, serfermandarê hêzên çekdar Işik Koşaner çû Stanbulê û li gel malbatên generalên ku hatîn girtin civînek pêkanî û evarê jî li gel serokwezir Tayib Erdogan re li ser rewşa girtina generalan hevdîtinek pêkanî.

Hevdîtina Erdogan û Koşaner de wezîrê bergiriyê Vecdî Gonul jî amade bû. Di vê civînê de li ser rewşa general û efserên hatîn girtin hate sekinandin. Ji roja girtina leşkera ji aliyê dadgehîn sivîl ve bûyî wek biryarekî û heta niha ev doza herî befirehe ku li dijî leşkeran hatî vekirin û herweha ev girtina herî mezine ku leşker bi astek bilind de di girtîgehan de ne.

Back to top button