“Herêma Kurdistanê ji bo astê demokrasiyê dibe mînak”
Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê, Prz. Sezgin Tanrikulu, demeke berê li ser daxwaza Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, tevlî wê partiyê bû. Tanrikulu di CHPê de pêşî wek endamê Meclîsa Partiyê û di dawî de wek Cîgirê Berpirsyarê Mafê Mirovan û Cîgirê Serokê Giştî hat hilbijartin.
Tevlîbûna Tanrikulu û postên ku wî di vê partiyê de girt ser xwe, di raya giştî ya sosyal-demokratan de ku derbarê pirsa Kurd û pirsgirêkên gerdûnî de guhertinan ji CHPê dixwazin, wek gavek pir girîng hat dîtin. Tanrikulu siyaseta CHPê ya derbarê pirsa Kurd, nêzîkbûna wê ya li Herêma Kurdistanê û wateya guherînên CHPê ji Rûdawê re nirxand.
Tirkiye di demên dawî de bi Herêma Kurdistanê re têkiliyên germ dimeşîne, gelo di vê mijarê de polîtikaya CHPê çi ye?
Dereng be jî, têkiliyên ku Tirkiyê ligel Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Îraqê de dest pê kiriye û li Hewlêrê balyozxane vekiriye, gavên gelek girîng in. Ev herêm ji bo ku cîranê me ye, têkiliyên me yên dîrokî pê re hene û Kurdên li Tirkiyê û li Îraqê xizmên hevdu ne. Ji bilî vana bazirganiya ku di navbera me de pêşketiye û gihaye 10 milyar Dolaran, ji bo Tirkiyê herêmeke girîng e. CHP wê di çarçoveya hiqûqa navnetewî de û bi têkiliyên cîrantiyê, bi perspektîfên aştî, ewlekarî û bazirganiyê bi herêmeke wiha girîng re têkiliyên xwe xurt bike.
Du sedemên girîng hene ku CHP di nav Kurdan de qels bû
Di salên dawî de têkiliya CHPê bi Kurdan re qels bû û êdî nikare ji Kurdan dengan wergire. Gelo hûn sedemê vêya bi çi ve girêdidin?
Du sedemên girîng hene: Politikaya ku hat meşandin sedemê yekem û herî girîng e. CHP ji ber siyaseta xwe ya 15 salên dawî ne tenê xwe ji Kurdan dûr xist, herwiha xwe ji bi hezaran kesayetên sosyal-demokratan, sendikayan û aliyên karker û kedkar jî dûr xistin. Encamên vê siyasetê jî rasterast di hilbijartinan de hat dîtin. Sedemê duyem jî ew e ku ji ber vê siyasetê Kurdan rêya xwe ji CHPê veqetandin û wek BDP ya îro di bin baskê partiyeke din de siyaseta xwe dest pê kirin. Wek tê zanîn HEP û partiyên din piştî ku siyasetmedarên Kurd ji CHPê hatin dûrxistin, ketin qada siyasetê. Di dawî de dengên ku ji CHP û partiyên sosyal-demokrat ên nêzikê CHPê re dihatin, berê xwe dan van partiyan. Di 8 salên dawî de jî gavên demokratîk ku desthilatdariya AKPê di çarçoveya tevlîbûna Yekitiya Ewrûpyê de pêkanî, di nava gelê herêmê de wek gavên erênî hatin dîtin, sempatiya gel ji AKP’ê re zêde bû û AKP’ê gelek dengên CHPê wergirtin. Lê ligel hêza xwe ya xurt a parlamentoyê û derfetên ku YE dide wan, AKP di avêtina gavên demokratîk û azadiyan de niha bê dil e; ev jî di raya giştî ya herêmê de bû sedemê şikestina hêviyan û lêgerîna siyaseteke nû. CHP dixwaze vê qelsbûnê bi siyaseta sosyal-demokrasiyê dîsa ji orteyê rake.
Siyaseta ku CHPê di pirsgirêka Kurd de dimeşand, gelo bi zanetî bû?
Ez di wan salan de ne siyasetmedar bûm. Wek çavdêrekî ku ji derve binêre, dikarim bêjim ku siyaseta CHPê ya wê demê bi zanetî wiha hat meşandin, da ku bibin xwediyê hêzekî.
Baş e, CHPê çima helwesteke wiha nîşan da?
Wê dîrokzanên siyasetê baştir sedemên siyaseta rayedarên CHPê ya bi vî rengî derxînin holê. Wek min got, di wan salan de CHP ne tenê ji Kurdan dûr ket, herwiha ji nasnameya xwe ya sosyal-demokrat jî dûr ket.
‘’Divê têkiliyên Kurdan bi dewletê re ji nû ve bên avakirin’’
Wê CHP çawa bi Kurdan re lihevhatinê çêke? Di dema pêşiya me de wê siyaseteke çawa bide ber xwe?
Ji bo ku CHP xwe bi Kurdan bide qebûlkirin û têkiliyên xwe germ bike, divê beriya her tiştî guhê xwe bide daxwaziya maf û azadiya wan û bi projeyên civakî, aborî û çandi bersiveke erênî derxîne holê. Ji bilî pirsgirêkên nasnameyê, li herêmê pirsgirêkên wek bêkarî, xezaniyê jî hene. CHP wê çareseriya van pirsgirêkan di nava yekitiyê de û li ser bingeha lihevhatina civakî ya hemû Tirkiyê, bibîne. Min gelek caran got ku ev pirsgirêka hemû Tirkiyê ye û divê têkiliyên Kurdan bi dewletê re ji nû ve bên avakirin.
Serokê we yê Giştî, birêz Kiliçdaroglu, ji ber ku peyva Kurd nayîne ser zimanê xwe, pir tê rexnekirin. Li gor we, Kiliçdaroglu çima peyva Kurd bikarnayîne?
Serokê me di her axaftinan de destnişan dike ku wê CHP li ser bingeha etnîkî û bawermendiyê ti caran siyasetê neke. Ev nayê wê wateyê ku CHP guh nade pirsgirêkên etnîkên cûda û yên bawermendan. Heta ku ji bo pirsgirêka Kurd bernameyeke çareseriyê tune be, sed caran jî peyva Kurd bîne zimanê xwe, tiştek bê wate ye û dibe siyaseteke erzan a rojane. Em ê li ser bingeheke bêali a ku mafê mirovan, demokrasî û lihevhatina civakî dide pêşiya xwe, bersiva daxwaziya mafê Kurdan bidin.
“Zimanê fermî ji bo dewletê, zimanê zikmakî ji bo mirovan e”
Birêz Kiliçdaroglu daxuyand ku ew ne li himberê fêrbûna kurdî ya ti kesî ye, lê ew li himberê perwerda bi kurdî ye. Di mijara perwerda bi zimanê zikmakî de hûn çi difikirin?
Li gor min fêrbûna zimanê zikmakî û perwerda bi zimanê zikmakî du mafên mirovan ên sereke ne. Ji ber ku ev mijar bi dirûşmeyan tê guftûgokirin û li ser dijbertiya zimanê fermî-zimanê zikmakî tê meşandin, encamên şaş derdikevin holê. Min beriya 22 salan di gotarekê de wiha nivîsandibû: “Zimanê fermî ji bo dewletê, zimanê zikmakî ji bo mirovan e.” Di dewleteke demokratîk de, di peymanên navnetewî de ku Tirkiyê jî ew îmze kirine, axaftina zimanê zikmakî bikaranîn û fêrbûna zimanê zikmakî û perwerda bi zimanê zikmakî mafên herî girîng în û divê di bin ewlekariya dewletê de bin. Em ê vê mijarê bi dirûşmeyan na, lê li ser bingeheke rasyonel a demokratîk guftûgo bikin û jê re çareserî bibînin.
Piştî ku hûn tevlî CHPê bûn, bi taybetî li Diyarbekirê û bi giştî di nava Kurdan de hûn rastê nerazîbûnên çawa hatin?
Min dixwest ez ezmûnên xwe yên 30 salî ku tê de xebatên min ên dema xwendevaniyê û yên saziyên sivîl ên civakî hene, têxim nava têkoşîna siyasî. Û wek hûn jî dizanin, li ser daxwaziya Serokê Giştî û gelek rayedarên partiyê, ez tevlî CHPê bûm. Hem li Diyarbekirê û hem jî di nav raya giştî ya Kurdan de, derbarê vê biryara min de, hinekan pîrozî li min kirin û piştgirî dan û hinekan jî ez rexne kirim. Ev jî tişteke normal e. Min sedema biryara xwe vegot û got di şertên Tirkiyê yê rojane de ez CHPê wek navnîşana çareseriyê dibînim û ji bo vê ketim nava CHPê. Eger ku erîşê kesayetiya min nekin û ne li derveyê exlaqa siyasî bin, ez hurmetê didim rexneyan.
Gelo dibe ku piştî hilbijartinan CHP li gor encaman bi AKPê, MHPê yan jî bi BDPê re koalisyonekê çêke?
Di demokrasiyên parlamenter de, di hinek rewşan de, pêdivî derdikeve ku bi hemû partiyên di parlamentoyê de cîh digrin re, têkilî bên çêkirin, ango bihev re koalisyonê pêk bînin. Ev dibe ku ji bo demeke kin bajo, anjî heta dema parlamentoyê bi dawî bibe. Lê dema ku derbarê vê rewşa gelemperî de axaftin tên kirin, hinek alî encamên spekulatîf jê derdixin. CHP wek ku di kongreya xwe ya dawî de diyar kir û wek ku Serokê me yê giştî hertim dibêje, xwe ji bo desthilatdariya bi serê xwe amade dike. Ji bilî van alternatîfan û rewşa gelemperî, ez niha nikarim tiştek din bêjim.
“Herêma Kurdistanê ji bo astê demokrasiyê dibe mînak”
Hûn pêşketinên li Herêma Kurdistanê çawa dinirxînin? Derbarê pêşeroja Herêma Kurdistanê de nêrînen we çi ne?
Pêşketinên ku di salên dawî de li Herêma Kurdistanê rû didin, hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo aştî û aramiya herêmê gelek girîng in. Ti kes nikare girîngiya vê herêmê ya ji bo Tirkiyê piştguh bike. Beriya her tiştî Kurdên Îraqe ku rastê komkujiya Helebcê hatibûn û niha dikarin xwe bi xwe birêvebibin û ji bo aştî û demokrasiya Îraqe bibin mînak, ji bo me jî tiştên gelek bi wate û girîng in.
‘’Bazirganiya di navbera me de gihaye 10 milyar Dolaran’’
Tirkiye di demên dawî de bi Herêma Kurdistanê re têkiliyên germ dimeşîne, gelo di vê mijarê de polîtikaya CHPê çi ye?
Dereng be jî, têkiliyên ku Tirkiyê ligel Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Îraqê de dest pê kiriye û li Hewlêrê balyozxane vekiriye, gavên gelek girîng in. Ev herêm ji bo ku cîranê me ye, têkiliyên me yên dîrokî pê re hene û Kurdên li Tirkiyê û li Îraqê xizmên hevdu ne. Ji bilî vana bazirganiya ku di navbera me de pêşketiye û gihaye 10 milyar Dolaran, ji bo Tirkiyê herêmeke girîng e. CHP wê di çarçoveya hiqûqa navnetewî de û bi têkiliyên cîrantiyê, bi perspektîfên aştî, ewlekarî û bazirganiyê bi herêmeke wiha girîng re têkiliyên xwe xurt bike.
Kî ye?
Sezgin Tanrikulu di sala 1963an de li Diyarbekirê hatiyê dinyayê. Li Zanîngeha Stenbolê Beşa Hiqûqê xwend. Di salên 1988-89’an de wek endamê sazûmankar ê Komeleya Mafê Mirovan Şaxê Diyarbekirê xebitiye û di salên 2002-2008’an de jî Serokatiya Baroya Diyarbekirê kir. Di 1ê Kanûna 2010’an de bû endamê CHPê û di 18’ê Kanûnê de di kongreya vê partiyê de wek Endamê Meclîsa CHPê hat hilbijartin û di dawî de postê Cihgirê Serokê Giştî bi dest xist.
Firat Baran (Rudaw)