LKD li ser serhildana Şêx Seîdê Pîran semînerek lidarxist
Li Amedê di buroya Lêgerîna Kurdên Demokratê de li ser Serhildana 1925’an a Şêx Seîdê Pîran bi semînerek hate lidarxistin.
LKD’ê li ser destpê kirin û têkçûyîna serhildana 1925’an bi rêberiya Şêx Seîdê Pîran semînerek lidarxist. Di semînerê de rêveberên LKD’ê, Ciwan Kurd, nûnerên HAKPAR’ê, Grûba Diyalogê ya Dîcle Firatê û derdorên siyasî yên kurd amade bûn.
Semîner ji aliyê biraziyê serkêşê Rexistina Azadî Xalid Begê Cibirî Tahsin Sever ve hate dayîn. Tahsin Sever ku di heman deme de yek ji berpirsyarên LKD’ê ye.
Sever di derbarê pêşveçûnen destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê û rewşa tevgerên kurd de axivî. Sever, da zanîn ku ji ber dîroka Kurdistanê ji aliyê kurdan ve nehatiye nivîsandin û biyanian ev dîrok nivîsandiye, gelek agahiyên xelet û kêm hene û wiha got: “Em ji çavkanî û bîranînên kesên biyanî yên ku wê demê li Kurdistanê û Tirkiyeyê berpirsyar bûne hin agahiyan dizanin. Wan di pirtûkên xwe de ev mijar vegotine lê em nizanin çiqas rast an jî nerast e.”
Sever, da diyar kir ku tevgera Îttihak û Terakî ku serkêşiya wê Mustafa Kemal Atatürk dikir tim li kurdan dek û dolaban kiriy û kurd xapandine. Sever, diyar kir ku her çiqas kurd dibêjin qeydi kongreya Erziromê de kurd hatine temsîlkirin jî rastî ne ev e û di kongreyê de kurd nehatine temsîlkirin. Ji ber vê yekê kongreya Erziromê ji temsîliyeta gel bêpar e û tu eleqeya ve kongreyê bi berjewendî û ruhiyeta kurdan tune ye.