Îroj

14'ê Reşemî

14’ê Reşemî

Di sala 2005’an û di rojekî wekî îroyê de Serok Wezîrê berê yê Libnanê Refîk Harîrî bi suîkastekî ve hate kuştin.

Refîk Harîrî (d.b. 1‘ê Sermawez 1944 – m. 14’ê Reşemî 2005) 

Refîk Harîrî di sala 1944’an de li bajarê Libnan Sîdonê hate dinê. Xwendina xwe yên seretê,navînî û lîseyê li Saydayê qedand. Li Zanîngeha Ereb ya Beyrûdê jî bela Bazirganiyê qedand.

Di dema Zanîngehê de ji bo mesrefên xwe jî di rojnameyan de karê redaktorî dikir. Pişt re xwendina xwe ya Beyrudê da sekinandin û çûye Erebîstana Siudî û li wir jî destpê mamostatiyê kir. Li Erebîstanê digel xwişka Qral Fahdê zewicand.

Di sala 1969’an de şîrketek bi navê CICINEST saz kir. Di salên 70’an de digel şîrketên mezin yên petrolê peymanên hawkariyê îmza kir.

Piştî demekî kin li Libnanê jî aloziyên navxweyî hate qewimandin ji ber vê yekê jî karên xwe yên bazirganî û sanayiyê li Erebîstan û welatên kendavê kir. Di naw demekî kin de bû xwediyê maldariyê mezin û di naw dewlemendên Ereban heta naw dewlemendên cihanê de cihê xwe girt.

Harîrî hem li ser karên avadaniyê hem jî li ser karên banqayê xebitiye û banqayên mezin yên Libnan û Erebîstana Siudî stend û hêzên wan benqayên bi yek destekî top kir û pişt re jî ket nawa karên kompîtorê. Her wiha televîzyonên bi navê El- Mustaqbel û radyoya bi navê Eş-Şarkê jî stend. Piştî demekî kin gelek rojname û kovaran stend û li ser raya giştiyê bû hêzêkî siyasî.

Harîrî di sala 1992’an de bû Serok Wezîrê Libnanê û hetanî sala 1995’an berdewam kir. Di sala 1996’an de jî bû Wezîrê Ragihandinê û hetanî 1998’an berdewam kir. Di sala 2000’an de dîsa bû Serok Wezîrê Libnanê û hetanî 2004’an Serok Wezîrî kir. Di 2004’an de ji ber pirsgirêkên li ser hîn mijaran û bi tayebtî jî li ser mijarên Surî digel Serok Komarê Libnanê Emil Lahudê re kete gengeşiyek û îstîfa kir.

Refîl El-Harîrî di 14’ê Reşemiya sala 2005’an de bi tonekî TNTê ve di çarrêyek nêzîkî Otela St. George de hatiye kuştin.

Back to top button